Ayten Eraslan: Dixwazin li Kurdistanê hişmendiya dîrokî tine bikin

10:39

Zeynep Akın/JINHA

ÊLIH - Li Kurdistanê dibin dorpêçan de sivîlan qetildikin, li gel wê jî dîrok, çand û xwezaya Kurdistanê talan dikin. Berdevka Meclisa Ekolojiyê ya Êlihê Ayten Eraslan diyar kir ku Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Sur û Kerboran deverên ku çanda Mezopotamyayê di nava xwe de dihewînin û got: "Dixwazin hişmendiya dîroka Kurdistanê tine bikin. Dest bi qirkirina çand û dîrokê kirin."

Li Kurdistanê bi mehane dibin dorpêçên polîsan de qirkirin tên jiyankirin, li gel qirkirinan jî cihên dîrokî, çand û xwezayî jî tên talankirin. Di serî de Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboran li gelek deverên Kurdistanê mirov tên qetilkirin, di heman demê de girêdana mirovan ji demboriyê tê qetandin. Berdevka Meclisa Ekolojiyê ya Êlihê Ayten Eraslan di derbarê talana çand û xwezayê de nirxandin kir û wiha got: "Piştî 7'ê Hezîranê bayîbetî jî dest bi şewatan kirine, daristanên me hemû şewitandin. Li cihên weke Amed û Enqerê teqîn pêkhatin. Paşê jî qedexeyên derketina kolanan despêkirin. Bi qedexeyên derketina kolanan re mirov ji hemû mafê xwe tê bê parkirin. Di qedexeyên derketina kolanan de tayîbetî jin û zarok hedef tên girtin û tên qetilkirin. Li gel van jî gelek texrîbatên xwezayê çêdibin. Hemû mal hatin gulebaran kirin."

'Dema ku dixwazin gelekê tine bikin despêkê çand û dîroka wan tine dikin'

Ayten balkişand ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi û wiha domand: "Ji ber ku Tahir li hember qirkirina dîrokê nerazîbûn nîşan da hat qetilkirin. Carekdinê jî raxist berçavan ku çiqas dîrok û çand ji bo gelekê giringe. Paşê jî nesekinîn hîna berdewam dikin. Mizgefta Kurşunlu ya xwediyê dîroka 500 salane şewitandin. Çanda mirovahiyê tine dikin. Ger dixwazin gelekê tine bikin despêkê zimanê wan dixin bin bişaftinê paşê jî dîrok û çanda wan tine dikin. Niha jî heman tiştî dikin. Hewildidin mirovahiyê bihelînin, hewildidin çandê tine bikin, van hemûyan bi zanebûn dikin."

'Dema ku em bixwazin Mem û Zini nîşan bidin devrên divê em nîşan bidin nahêlin'

Ayten bilêv kir ku Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Sur û Kerboran deverên ku çanda Mezopotamyayê di nava xwe de dihewînin û wiha berdewam kir: "Dema ku em li dîroka Cizîrê ya kevnare dinêrin em dibînin ku ji gelek şaristaniyan re malavahî kiriye. Dîroka Surê jî gelek kevnareye. Li van deveran dîrokê tine dike ji bo ku hişmendiya me ya dîrokî jî biqedînin. Piştî demekê dema ku em bixwazin ji zarokên xwe re Mem û Zîn vebêjin dê deverên ku em bi dîmen nîşa wan bidin nemîne. Dixwazin wê şahidiya dîrokê ji holê rakin, tenê di gotinê de bihêlin."

'Tiştên ku DAIŞ'ê li Rojava kirî ew jî li Bakurê Kurdistanê dikin'

Ayten anî ziman ku tiştên DAIŞ'ê dixwest li Rojava bike niha jî li Bakurê Kurdistanê AKP dike û wiha dom kir: "Dema ku mirovan qetildikin dîrokê jî tine dikin. DAIŞ'ê jî muzeyên dîrokî, eserên dîrokî û mizgeftên dîrokî tine dikir. Di vê pêvajoyê de jî heman tişt heye. Mirovan qetildikin, li gel qirkirina mirovan dîrokê jî tine dike. Tinekirina Pirtûkxana Îskenderiye jî wihabû. Ger dixwazin mirovahiyê tine bikin, despêkê êrîşî dîrok, çand û hişmendiyê dikin. Niha jî heman tiştî dikin, hêdî hêdî hişmendiya dîrokê diqedînin."

(zt)