Hiquqvanan ji bo dîroka Surê serî li UNESCO yê dan

14:24

JINHA

AMED - Ji ber qedexeya derketina kolanan a ser Surê berdewam dike û êrîşên dibin qedexeyê de zêde dibin kilîse, medrese, mizgeft û hemû deverên dîrokî tên hilewşandin. Ji bo parastina dîroka Surê û dawî li êrîşên ser gel, ekolojî û dîroka Surê bên hiquqvanan serî li UNESCO yê dan.

Li navçeya Sûrê ya Amedê 8 rojin polîs û tîmên taybet kolan li welatiyan qedexe kiriye û êrîşî warên dîrokî û çandê dikin. Parêzerên girêdayî Komeleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) û Baroya Amedê têkildari êrîşên hêzên dewletê yên li dijî avahiyên dîrokî li ber baroya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên MAZLUMDER, ÎHD û gelek parêzerên baroyê amade bûn. Parêzeran piştî daxuyanî dan, daxwaznameya ku ji bo UNESCO amade kiribûn li postexaneya Edliylê şandin ji UNESCO'yê re.

Hevseroka MHD'ê Prz. Gulşen Ozbek, diyar kir ku piştî kolanên Sûrê hatin qetexekirin gelek welatî hatin qetilkirin û tîmên taybet zerar dan hemû tiştên Sûrê. Gulşen, da zanîn ku warên dîrokî yên wekî Dêra Surp Gregos Mînareya Çar Ling, Hemama Paşa û Mizgefta Kurşunlu bi çekên giran hatin wêrankirin û wiha got: "Bi van êrîşan re warên dirokî tên talanknirin. Bircên Amedê kirin mîrateyên çandî. Em bang li UNESCO dikin ku bi lezgîn têkevin nava liv û tevgerê."

Endama Rêveberiya Baroya Amedê Serap Yigit Erkuş jî anî ziman ku li ber çavan warên dîrokî tên talankirin û xwest qedexeyên kolanan bi dawî bibe. Yigit, anî ziman ku ew dê seri li UNESCO'yê bidin.

(zt)