'Jin û xweza di nava ahengiyê denin'

10:31

JINHA

MÊRDÎN - Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê û Meclisa Ekolojiyê ya Mêrdînê xebatên xwe yên şînkirina bajêr berdewam dikin. Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê Mekiye Guzel diyar kir ku jin û xweza di nava ahengiyekê denin.

Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê û Meclisa Ekolojiyê ya Mêrdînê xebatên xwe yên şînkirina bajêr berdewam dikin. Di mijdarê de li Daristana Kader Ortakaya 60 şitlên beyîvan çandin. Li devera hewandina ajalan a şaredariyê jî hezar şitlên darên beruyan çandin. Seroka Daireya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê Mekiye Guzel da zanîn ku îro li Dêrik û Nizêbînê xweza tê qetilkirin, jin û xweza bi hev re di nava ahengiyê denin ji bo wê jî dema ziyan dibînin bi hev re dibînin û wiha domand: "Em ji bo bêhinsitandinê li vêderê şitilan diçînin. Ji ber ku li Dêrik û Nisêbînê mirov û xweza di nava qirkirinê denin. Lê ji bo her kes nefasê bigirin emê di nava zêdekirina karê ekolojiyê debin. Em îro ji bo wê li vêderê kom bûne, emê li xwe, xwezaya xwe, bajarê xwe û mirovên xwe xwedîderkevin."

Berdefkê Meclisa Ekolojiyê yê Mêrdînê Ahmet Ozen jî diyar kir ku dê her dem ji bo ekolojiyê bixebitin.

(zt)