'Ên mudaxeleya xwezayê bikin dê jin pêşbirê xwe bibînin'

09:49

Sîbel Yûkler/JINHA

RÎZE - Gulcay Guney a ku li Çamlihemşînê têkoşîna jiyanê dide û li kêleka Çemê Firtinayê pansiyonê dide xebitinadin, diyar kir ku jinên Behra Reş cihê xwe di nava her karî de digrin. Gulcay anî ziman ku ji bo parastinê xwezayê jin di nava piştevaniyê de li berxwedidin û wiha got: "Ên ku dixwazin li hember xweza, kevir, ax û şînahiya xwezayê têbikoşin, kî dibe bila bibe, wê li hember xwe têkoşîna jinan ê bi maf bibîne."

Gulcay Guney (39), berî 7 salan li gundê Çinçiva ya girêdayî navçeya Çamlihemşîna Rîze yê bi cih dibe û Pansiyonê Sisî vedike. Gulcay a ku tevî du zarok û hevjînê xwe li kêleka Çemê Firtina yê jiyana xwe didomîne, li aliyek Sisi dide xebitandin ji aliyê din wergervaniyê dike. Gulcay yê ku ji Trabzonê ye, piştî ku Zanîngeha Stenbolê beşa Endezyariya Hewirdor diqedîne, beşa Wêjeyê Zimanê Farsî û Wergervaniya Îngîlizî dixwîne.

Li kêleka Çema Firtinayê di nava xwezayê de jiyan

Gulcay diyar kir ku piştî salên dirêj ji jiyana bajarbûnê ya Stenbolê derbasî navçeyek biçûk yê Çamlihemşîn dibe û wiha dibêje: "Li bajarên mezin çawa divê mirov bijî ez hînbûm. Ez ji Behra Reşim û ji warê xwe gelek hezdikim. Ji çiya, newal, kevir û heya axê wê pir hezdikim." Gulcay tevî zarok û hevjînê xwe di nava xwezayê de dijîn û sewalan xwedî dikin. Gulcay da zanîn ku ew piştî vegeriya ye Behra Reş xwestiye gelek tişt bike û domand: "Li vir ji bo ku mirov bijî pêdivî bi tiştek nîne. Pêdivî bi av, ax û hewayê heye. Divê hilberînê ji axê bike. Jiyanek xwezayî balê min dikêşe."

'Li Behra Reş jin cihê xwe di nava her karî de digre'

Gulcay da zanîn ku jiyan ji bo jinê ne tenê li Behra Reş zehmete li tevahiya cîhanê zorbûna wê heye û wiha pêde çû: "Di serdema ku jin tê de dijî, bandora zîhniyeta baviksalarî li hemû welatan heye. Wek jin jiyan kirin zehmete." Gulcay bi lêvkir ku li Behra Reş jin cihê xwe di nav her karî de digre û wiha berdewam kir: "Jin li her qadê jiyanê heye, lê hebûna jin li vir bi aweyek zelal tê dîtin. Ji ber ku li Behra Reş jin cihê xwe di nava her karî de digre. Li Sisi jiyan kirin jî li gorî min têkoşînek mezine. Di nava xwezayê Behra Reş de jiyan kirin jî têkoşîne."

'Veguhertina cîhanê bi piştevaniya jinan wê pêk bê'

Gulcay got: "Eger piştevaniya jinan nînbe tê wateya dawiya cîhanê hatiye. Ji ber vê ez dihizirim ku veguhertina cîhanê bi piştevaniya jinan wê pêk bê." Gulcay behsa berxwedana Yeşîl Yolê kir û wiha domand: " Mudaxeleya xwezayê kirin û projeyên 'Yeşîl Yolê' xistina rojevê tê wateya xweza qirêj kirin û hilweşîna jiyanê. Bi betona ku dixwazin lêkin, dê jin bin ax bikin. Ji ber vê divê em heya dawî mafê xwe biparêzin. Ên ku dixwazin li hember xweza, kevir, ax û şînahiya xwezayê têbikoşin, kî dibe bila bibe, wê li hember xwe têkoşîna jinan ê bi maf bibîne. Eger em xwezayê xwe neparêzin nifşên piştî me dê nekaribin sûdê jê bigrin. Em biparêzin û ji pêşerojê re bihêlin. Talankirina xwezayê jî tê wateya şîdetê."

(rc)