Kabîleya Awa çêlikê sewalan wek zarokê xwe xwedî dikin

11:18

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Kabîleya Awa a ku li Brezîlyayê di nava xwezayê de dijîn, girêdanbûna wan bi zindî û xwezayê re ji tevahî cîhanê re dibe mînak. Kabîleya ku çêlikê sewalan wek zarokên xwe xwedî dikin, wek endamên malbatê tên dîtin.

Domenico Puglîese wêneya jiyana Kabîleya Awa ya ku dikeve Herêma Awa a nêzî Birezîlya yê kişand. Li kabîlê çêlikê sewalan wek zarokên malbatê tên xwedî kirin. Li gorî Survîval Internatîonal ji bo ku kabîle hebûna xwe bidomîne, malbat baraz, tayrik û siwûrî xwedî dikin.

Sewalên tên mijdandin ne serî tê jêkirin ne jî tên xwarin

Kabîleya ku ji jiyana modern dur dijî, bi her zindiyên ku di nava xwezayê de dijî di nava têkiliyê dene. Li gorî rêzê kabîleyê, eger sewalek ji aliyê endamek kabîleyê ve hatibe mijandin, ne serî tê jêkirin ne jî tên xwarin. Ew sewal ji kabîlê dur bikeve jî wek endamê malbatê tê dîtin. Wênekêş Domenîco Puglîsî dibêje ku kabîle ne wek kabîleyê di nava xwezayê de dijî wek perçeyek ji xwezayê ye. Kabîleya ku salên borî hêjmarê wê bi deh hezaran bû, di roja îro de tenê 400-500 kes mane. Endamên kabîlê heya roja îro ji jiyana modern dur jiyan kirine.

(rc)