Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê hat avakirin

16:13

JINHA

DÎLOK - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinkirinê de Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê ava kir.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên xwe de Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê ava kir. Îlana meclîsê bi daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya Şaxa SES'ê ya Dîlokê pêk hat. Li gel endamên meclîsê, rêveberên û endamên HDP, DBP, ESP, EMEP û KESK2ê tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Dîlokê Ayşe Ozturk daxuyanî xwend û got ku ew dê ji bo pirsgirêkên ekolojiyê yên Dîlokê tevbigerin. Piştî daxuyaniyê meclîsê civîna xwe ya yekemîn pêk anî û di di civînê de li ser pirsgirêk û çareseriyên ekolojîk yên Dîlok nîqaş hatin kirin.

(rc)