Jinên Derekoyê: Em ê xwedî li ax û darên xwe derên

11:34

Handan Tufan /JINHA

ÎZMÎR - Jinên Derekoyê ên ku hilberîna hingiv, zeytûn û kîrazan dikin li hember çêkirina RES'an têdikoşin û wiha dibêjin, "Em ê xwedî li ax û darên xwe derên."

Li gundên Derekoyê, Gokyaka, Gumali, Vîşnelî û Yeşîlkoy a girêdayî navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê bi pêkanîna projeyên RES'ê re, hilberîna çandinî, mêşvanî û darên zeytûnê bi tunebûnê re rûbirûye. Li hember projeyê RES'ê gundê Derekoyê û taxên dorê wê têkoşîn dane despêkirin û niştecihê gund têkoşîna hiqûqî didin kirin. Jinên Derekoyê diyar kirin ku ew di têkoşîna xwede bi îsrarin û wiha gotin: "Em ê xwedî li ax û darên xwe derên."

'Heya dawiyê em ê têbikoşin'

Gûlfem Şaylan wiha got: "Ez rojek hatim û min li ber derê mala xwe du kesê ku nasnakim min dît. Min ji wan re got 'Hûn kînin. Li ber derê malê min çi dikin?. Ji min re gotin em derdor dipîvin. Dema ku min bertek nîşan da, ji min re gotin tûnê durv re hînbibî û çûn. Di serî de me tiştek ne dizanî, piştre em hînbûn lê bi hezaran darê me birîbûn. Me giliyê wan li dadgehê kir. Em ne li dijî enerjiyê ne lê bila bi pîvan nêzî xwezayê me bibin. Ji bo darên xwe heya dawiyê em ê têbikoşin."

'Mêşên me hingiv çênakin, em ê darên xwe wenda bikin'

Fîlîz Canol jî anî ziman ku mêş êdî hingiv çênakin û wiha domkir: "Ziyanê vê projê ji niha de em dibînin. Darê zeytûn û kîrazan ji tozê dê hemû hişk bibe. Van herêman debara xwe li ser hingiv, zeytûn û kîrazan dikin. Çima dikevin daristanên me û wiha dikin? Dê van ji destê me bigrin. Lê em ê xwedî li ax û darên xwe derên. Em ê ji vê hînê têkoşînê bibin û berxwebidin."

'Di warê çandiniyê de em dikevin zerarê'

Ûmît Ertan jî diyar kir ku ew li bendê encamê dadgehê ne û wiha domkir: "Niha destûrê nadin em derkevin ser çiyayên xwe jî. Ji ber komkujiya daran destdanîn ser av û hewayê me jî. Di warê çandiniyê de em dikevin zararê. Gundê ku bihnê xweş jê dihat niha dervî bêhna axê em tiştek din nagirin. Wek jin dê têkoşîna me heya dawiyê bidome. Em ê destûrê nedin RES li nêzê gundên me bên avakirin. Em bendê piştgiriyê her kesî ne."

(rc)