'Di êrîşê de bi sedan nebat û ajal hatin qetîlkirin'

10:33

Hulya Okalîn/JINHA

WAN - Meclîsa Ekolojiya Wanê di çerçoveya talankirin û tahrîbatên ku piştî îlankirina rêveberiya xweser li çar xatên Wanê xebata bi anket da dest pê kirin. Endama Meclîsa Ekolojiya Wanê Yasemîn Ozdemîr di derhekê encama anketê de agahî da û diyar kir ku li ser şêniyên taxan hêj bandora pêvçûnê heye û disa bi hezar nebat û ajal ji ber bombeyên gazê zerarek mezin ditîn û hatin qetîlkirin.

Di maha Îlonê de di serî de Amed, Şirnex, Colemêrg, Cîzîr, Sîlopî û Wan jî di nav de li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê rêveberiya xweser hat îlankirin. Bi îlankirina rêveberiya xwêser re li bajaran welatî li taxên xwe xendekan kolan û li hemberî êrîşên polîs û tîmên taybet bi rojan li ber xwe dan. Dîsa bi rojan di nav bera welatî û polîsên dewletê de şer û pêvçûnên giran hatin jiyandin. Di encama êrîşên tîmên taybet de di nav de zarok jî heyî bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî bi giranî birîndar bûn û dîsa bi sedan kes di bin bandora êrîşên giran de man. Her wiha ligel vê yekê bi hezar nebat û xweza jî bi gazên bombeyî zerarê dîtin.

'Ji bilî mirovan xweza jî hat kuştin'

Meclîsa Ekolojiya Wanê jî li ser vê yekê li taxên xaçort, Suphan, taxa nû û li navçeya Artemetê ya ku herî zêde lê êrîş û pêvçûn çêbûn, lêkolînêkî berfireh da dest pê kirin. Endama Meclîsa Ekolojiya Wanê Yasemîn Ozdemîr di derhekê encama anketê de agahî da û diyar kir ku li ger şêniyên taxan hêj bandora pêvçûnê heye û bi hezar nebat û xweza ji ber bombeyên gazê zerar ditîne. Yasemîn anî ziman ku hemû tiştên zindî dibin bandora şer de mane û wiha axivî: "Em wek meclîsa Ekolojiyê li tevahiya ku rêveberiya xweser lê hat îlan kirin me lêkolînek berfîreh da dest pê kirin. Di encama lêkolîn û anketên me de gelek tiştên taybet derketin holê. Em xwe gihan 80 malbatan û pirsên di berê de hatin amadekirin me ji wan pirsî. Lê bi rastî em ne li benda encamek wiha talankirinê bûn. Ji bilî kuştina mirovan xweza jî hat kuştîn"

'Di jinan de pirsgirêkên derûnî derket holê'

Yasemîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser talan kirina xweza û wiha pê de çû: "Di şer û pêvçûnan de ne tenê mirov gelek tiştên zindî zerar dîtin. Kesên ku nexweşiya bişîkê û astimê bi wan re hebû bi mirinê re rû bi rû man e. Bombeyên gazê ji bo wan zerar bû. Lê nikarî bûn ku derketa devre û xwe bigihandana nexweşxaneyê. Zaroka biçûk kezaba wê zerarê dîtibû. Dîsa gelek mal, kargeh, cihên ajalan û bahçe hatibûn şewîtandin û talankirin. Dîsa di demên pêvçûnan de ji ber gefên mirin û tacîzê di nav jinan de pirsgirêkên derûnî derket holê."

'Bi sedan ajalok hatin qetîlkirin'

Yasemîn li ser qetîlkirina xwezayê jî ev tişt got: "Di projeya me ne tenê zerar û kuştinên mirovahî û civakî bûn. Di heman demê de em ji bo talankirina xwezayê jî rawestiyan em yek bi yek li taxan geriyan û bi gel re ketîn têkîliyê di heman demê de jî em li ser xweza lêkolîn dikin. Ji ber ku ew ji bo me esas e. Me dît ku di xwezayê de gelek nebat û dar ji ber bombeyên gazê bi bandor bûne û çilmîsîne. Bi sedan cureyên ajalokên ku ji xwezayê çêdibin û bi nebatan dijîn hatin qetîlkirin."

Yasemîn di dawiya axaftina xwe de desnîşan kir ku dê xebatên xwe yên bivê rengê berdewam bikin û bibin parastvanên xwezayê.

(rc)