Wê bi riyê RES'ê tune bikin!

09:03

Handan Tufan / JINHA

ÎZMÎR - Têkoşîna ku li gundê Derekoyê a li hember RES'ê berdewam dike, jinên gund ên ku mêşvaniyê dikin anîn ziman ku ji ber RES'ê wê dayî li mêşvaniyê bê. Cennet Sırma Meşem a ku mêşvaniyê dike wiha got: "Li gundê Derekoyê bi riyê RES'ê hewl didin dawî li mêşvaniyê bînin.

Li gundên Derekoy, Gokyaka, Cumalı, Vîşnelî û Yeşîlkoyê a navçeyê Kemalpaşa Îzmirê dê sê projeyên RES'ê bên çêkirin. Bi çêkirina RES'an re tehlûkeya ku dawî li mêşvanî, çandinî û darên zeytûnê werin heye. Hember projeyê li gundê Derekoyê û taxên dora wê di demên dawî de tevgerek despêkiriye. Her ku diçe têkoşîna welatiyên herêmê li hember santralan, ceyrana hewî bi riyên hiqûqî tê rêvebirin. Li hember RES'an têkoşîn berdewame, Cennet Sırma Meşecam a ku mêşvaniyê li gund dike diyar kir ku bi çêkirina RES'an re dê dawî li mêşvaniyê were.

'Tenduristiya mirov bi aweyek cidî bandor dike'

Cennet bi lêvkir ku li gundê Derekoyê rûxmî ku herêma hêlaneye cardin êrîş li ser daristanan heye û riyên mezin vedikin. Cennet wiha got: "Em gumana ku bi barana dijwar re lehî û qiyemet li gund rabe re dijîn. Bi tozên ku di encama rê vekirinê de dertê mêş, çandinî û mirov ziyan dibîne. RES dibe ku bên nûkirin ji ber enerjiyê dibe ku avantajên wê hebin lê belê ziyan û dezavantajê wê jî heye."

'Ev hêjmar wê zêde bibe'

Cennet a ku gumana dawî li mêşvaniyê bê dijî, destnîşan kir ku li cihê ku RES'ê fîrmayê çêbike bi hezaran dar hatin birîn û ev hêjmar her ku biçe dê meztir bibe.

'Hewa nahêle hingiv çêbe'

Cennet anî ziman ku RES bi aweyek cidî ziyanê dide mêşvaniyê û wiha pêde çû: "Cihê mêşa di nava zeviyan de gelek girînge. Bi çêbûna RES'ê re wê dawî li mêşvaniyê were. Dema ku RES çêbe dê deng derê û mêş har bibin. Dema ku har dibin jî bi mirov ve didin. Hewa nahêle hingiv çêbe. Ne tenê wê bandorê li mêşvaniyê bike her wiha dê ziyanê bide xwezayê gund. Ji niha de dest bi birîna daran kirin. Em xemgînin. Ji daristana gundê Derekoyê rûn û ji çemê wê hingiv diherike. Wê hingiv û darên zeytûnan tune bibin."

'Wê sibê tiştek destê me de nemîne'

Cennet destnîşan kir ku mirov dikare ji xwezayê gelek sûdê bigre û wiha berdewam kir: "Sibê dema ku her tişt ji destê me çê em ê gelek pîşman bibin. Em dema diçin bazarê sebze û fêkiyên xwezayî digerin. Wê sibê ev jî nemîne. Dikarin bi riyên cuda jî enerjiya xwe çêbikin."

(rc)