Guhîj ji aliyê welatiyan ve aleqeyek mezin dibîne

09:54

JINHA

WAN - Guhîja ku tenê di maha zivîstanê de şîn dibe, li ser tezgehên fêkîfiroşan cihê xwe girt û ji aliyê welatiyan ve rastî aleqeyek mezin tê.

Li Kurdistanê bi hezar cure fêkî hene û her fêkî di demsalên cude de şîn dibin û tên xwarin. Her fêkiyekî ku xwedi teybetî û ji bo tendûrîstiya mirovan xwedî sûde, yek bi yek şîn dibin û ji aliyê welatiyan bi aleqeyek mezin tê standin. Niha jî bi hatina demsala zivistanê re fikiyên ku wek agahdarên zivîstanê ne li ser tezgahên bazaran cihên xwe girtin. Yek ji fêkiyên zivistanê jî guhîj in. Guhijên ku di mala havînê de nû nû şîn dibin û di maha zivîstanê temizî dibin û li bajaran li ser tezgahên fêkîfiroşan cihê xwe girt.

'Îsal kîloya guhîjan bi 10 tl yê tên firotin'

Guhîjên ku herî zêde li gundên heremên Kurdistanê şîn dibin û li her bajarî tên firotin ji aliyê welatiyan vê aleqeyekî mezin dibînin. Li bajarê Wanê jî fekîfiroş guhîjan li navçeya Gavaşê ya Wanê daran kom dikin û li ser tezgahên xwe kîlo bi 10 tl yan difîroşin. Fêkîfîroşên ku bi terketina guhîjan keyfxweş in diyar kirin ku di her demsala zîvistanê de berên xwe didin cihê çêbûna guhîjan û debariya xwe bi wan dikin. Welatiyên ku guhîjê wek çerezê bikartinîn û dixwin jî bi derketina guhîjan gelek xweyfxweş in û keşfxweşiya xwe bi standina guhîjê didin xuyakirin.

(ho/rc)