Gelê heremê agirê Çiyayê Cudî vemirand
17:29
JINHA
ŞIRNEX-  Agirê ku  li çiyayê Cûdî  derketibû   xemsariya rayadaran li hemberî cihê şewatê hat şermezar kirin. Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez diyar kir ku xwezaya Kurdistanê bi HES, Santralê Termîk û şewatan tê talan kirin û ev talan tê wateya israrkirina  neçareseriyê ye.
Agirê ku li çiyayê Cudî derketibû bi daxuyaniyek li cihê bûyerê hat şermezar kirin. Agirê ku di 15'ê Tirmeha 2015'de derketibû dûh bi hewildanên kesên derdorê bi tamamî  kete bin  kontrolê.  Rayedarên dewleta Tirk li hember agirê  ku di encama gulebarana Qerekola Tabura Sinor ya Gite de derketibûn bê hewildan man û agir bi hewildanan gundiyan  hate vemirandin,  lê di encamê de bi sedan hektar erdê gundê Hebol û Silibê şewitîn. Îro jî bi armanca şermezarkirina qetliama xwezayê  Parlementara HDP'ê yê Şirnexê Aycan Îrmez û Faysal Sariyildiz,  parlementerê HDP ê Mêrdînê Erol Dora, Hevserokên HDP û DBP'ê, Hevserokê Şaradariya Silopî û Tilqebîn, Aktivîstên KJA'yê, Baroya Şirnexê, KURDÎ-DER, KESK û saziya hewirdor ê ÇEK-DER'ê û gelek saziyên sivîl li gundê Hebolê  tevlî daxuyaniyê bûn.  Gundiyê Hebolê  Pitros Karatay, di derheqê agir de agahî da parlementeran û diyar kir ku berî niha leşkeran lê gef xwariya û jê re gotine 'Heya yek gerilayek di çiya de bimine ew destur nadin vegara gundan.   Pitros destnişan kir ku armanca derxistina agir vala kirina herêmê ye û bang li her kesî kir ku li ser  vegera gundan  bisekinin.
'Dewletê agir berda û xwe da alî'
Welatiyê gund Mûslûm Ergûn daxuyanî xwend û diyar kir ku  dewletê li hember xwezayê şer daye destpêkirin û wiha berdewam kir:" Dewlet ji aliyek bi polîtikayên pişaftinê dixwaze me bênasname bihêle, li aliyê din jî bi çêkirina bendav û şewitandina daristana herêmê vala bike." Mûslum da zanîn ku bi van polîtîkayên talankirina xwezayê mafê jiyanê ji hemû zindiyan tê girtin û got:" Li gel hemû bangawaziya alîkariyê Waliyê Şirnexê  neket nava tu hewildanan û gelê herêmê bi derfêtin xwe agir tefandin. Gelo ji bo çi dema agir li alî  Tirkiyê derdikeve dewlet serferber dibe lê li hember agirên li çiyayên Kudîstanê xwe nalivîne? Ev jî nîşan dide ku  xwezaya me bi zanebûn tê qetilkirin.''
'Aşitî bi xwezayê ve girêdaye'
Piştî daxuyaniyê Parlementerê Mêrdînê Erol Dora jî axivî û diyar kir ku azadî bi aşitiya civakê û bi xwezayê ve girêdaye û axaftina xwe wiha domand:" Azadî ne tenê ji bo mirovane, em tev ji vê  bûyerê berpirsyar in. Em dewletê hişyar dikin bila bi hinceta ewlekariyê xwezaya me qetil nekin." Erol bal kişand ku bi şewata gund  hemû keda gundiyên Hebolê jî tûne bû û got:'' Dibe ku carek din dar li vir şîn bibin lê encamê van xebatên ku lêgerîna komirê de  derdikevin holê texribatên mezin pêk tînin."  Erol destnîşan kir dema ku ew li tehrîbatê xwezayê dinêrin fêm dikin ku parastina  xwezaya  bi cîh nebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Eger em jiyanek azad    dixwazin divê em bizanibin ku  ev yek ji parastina erdinigariyê û xwezayê re derbas dibe."
'Şewat perçeyek polîtikayên dewletê ye'
Aycan Îrmez jî der barê mijarê de axivî û diyar kir ku li çiyayê Cudî qetliamek xwezayê pêk hatiye û ev qertliam bi şewata daristane ne bisînore  û wiha pê de çû:" Ji HES'an bigre, heya termîk santralan û her sal jî  di meha havînê de bi destê leşkeran agir berdidin xwezayê."  Aycan diyar kir ku çawa mafê  mirovek yê jiyanê heye wisa mafê darê  jî heye û wiha berdewam kir:" Mirov bi saya daran dijîn
 ji ber vê yekê  qetilkirina daran qetilkirina jiyana mirovan e." Aycan diyar kir ku ev şewat perçeyek polîtikaya dewletê ya israrkirina  neçareserkirinê ye û da zanîn ku eger neçareserî dewam bike wê şewat, bendav û santralê termîk jî dewam bikin. Aycan di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina xwezayê kir.
'Emê xwezaya xwe bi xxwe bi parêzin'
Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz destnîşan kir ku 20 sale daristanê wan tên şewitandin û wiha got:" Dewletê pêşî mermî avêt û agir bi daristanê ket û 3 rojan mûdaxaleyî agir nekir." Faysal da zanîn ku daristan kaniya jiyana wan e û got: ''Bi kesên ku kaniya jiyana wan zuwa dikin re nikarin gav bavêjin.'' Faysal wiha  pê de çû:" Hun  dê li aliyek  xwezaya me qetil bikin û li aliyê din ve jî behsa çareseriyê bikin êdi gelê Kurd bi ve naxape. Ji îro pê de em  li benda dewletê nasekinin û em ê xwezaya xwe bi destê xwe biparêzin."
(ma/ch)

