Li Çêrmûgê texrîbatên ku kanên kevir bi ser xwezayê de anîne giranin
09:23
Cahide Harputlu/ JINHA
AMED - Li Çêrmûgê bi salane vedana kanê mermeran bûye sedema rûxandina xwezayê û her wiha ji ber bêkariyê şêniyên vê derê jî ji neçarî ji vê qirqirina xwezayê re dibin şirîk. Ciwanên gundê derdorê ku mecbûr mane dest ji axê berdin jî ji bo ku koçî bajarên mezin nekin neçar dimînin ku di van şert û mercan de bixebitin. Xelîl jî yek ji wan ciwana ye û ji bo kanê mermeran dibêje ' di dinyayê de karê herî zor e' û zirara ku li ser xwezayê jî wiha tîne ziman 'ji ber ku cihên kanê mermeran tên vedan hemû dar, giya û hwd. hişk dibin û hemû xweşikiya xwezayê dimire.'
Her çend kanê mermeran ku li navçeya Amedê Çêrmûgê li qadên fireh belav bûye ji bo kesên ku 'nanê xwe ji kevir derdixin ' wek çavkaniya debarê bê dîtin jî zirara wê ya li ser xwezayê gelek e û her wiha vegera van zirara jî nîne. Ji ber polîtîkayên çewt yê çandiniyê gundiyên ku dest ji axê berdane ji bo debara xwe bikin an wê koçî bajarên din bikin an jî wê şirîkatiya qetilkirina çiya û baniyê ku bi salane ji xwe re kirine cih û war bikin. Her wiha ji ber bêkariyê neçar dimînin ku hilbijêrka duyem hilbijêrin. Jinên ji gundê derdorê ku bi salan weke karkerên demsaliyê çandiniyê kirine dibêjin; niha hevser û zarokên me di van kana de dixebitin. Dibêjin em dizanin cih û warê me zirar dibîne lê dîsa jî em mecbûrin ku debara xwe jî bikin. Em ji karkerên bi navê Ehmet Daxtekîn re pirsa qezenca dikin têrî wan dike an nake dikin. Ehmet diyar kir ku berê jî li bajarê rojava xebitiye û di warê xebatê de, di warê aboriyê de şert û mercên wir baştir bûye û wiha pê deçû: '' Em, ji bo ku neçin bajarên din li vir dimînin. Ango karê me zor , zehmet û xeternak e,lê belê ji ber ku kar nîne em neçar dimînin ku bixebitin. Kan, di sala 1998'an de dest bi kar kiriye , niha jî ji 4 kanên cûda mermer tê derxistin. Rewşa karkerên ku li vir dixebitin jî rewşa wan jî yê Ehmet ne cuda ye. Hinek ji wan jî piştî ku li vir dibin hoste dîsa bi riya bajarên din digrin.
'Hemû xweşikayiya xwezayê tune dibe'
Karkerê bi navê Xelîl Akdan der heqê xetereyê şert û mercên xebatê axivî û diyar kir ku karkeriya mermerê di dinyayê de karê herî zehmet e ku heta niha gelek kes birîndar bûne,2 kes jî jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: ''Em rojê 11-12 saet li vir dixebitin. Ji ber ku karên vê derê piranî bi elektirîkê ne xetera zerp kirina elektirîkê heye. Dema rakirin û birîna keviran ji ber qetandina têlan , dîsa dema ku ev blok tên derxistin ji ber teqînê birîndariyê cidî, heta mirin jî çêdibin. Ji ber ku blokê mermerê dema tên derxistin piranî pîzeyê kîmyewî û dînemît tên bikaranîn û li gel rûxandina xwezayê jiyana xebatkaran jî dikeve xetereyê.
Xelîl pêvajoya derxistina mermeran jî vegot û da zanîn ku berî teqandina mermeran kevir bi sondajê tê qulkirin û piştre bi ceyranê tê girêdan û teqîn pêk tê. Xelîl anî ziman ku dema mermerên tên derxistin ji aliyê kiryar ve neyê ecibandin û stendin qada kolanê jî tê guherandin û fireh kirin. Xelîl bi kurtasî bandora vê rewşê ku li ser rûxandina xwezayê dike jî kir û got:'' ji ber ku cihên kanê meremeran tên vedan hemû dar, giya û hwd. hişk dibin û hemû xweşikiya xwezayê tune dibe û dimire.Ji ber zirara pîzeyê kîmyewî ku tê bikaranîn li ser şînahî û axê çêrandina sewalan a vê qadê jî hatiye qedexe kirin.
'Kanê mermeran zirarê didin xweza û çandinê '
Kanê mermeran ne tenê li Amedê li gelek deverên Tirkiye tê derxistin lewre Tirkiye,di dinyayayê de xwedî %40'ê potansiyela mermeran e. Rûxandin û zirarên van kaneyan ku di xwezayê de çêdike gelek e û mayinde ye. Gemara ku wek 'pasa' tê bi nav kirin ya ji mermeran derdikeve dema li rê tê rejandin bi şemitandina axê ve zirarê dide reh û darên fêkiyan. Bermayên mermeran ango heriya wî ji calsiyûm oksîdê û ji calsiyûm karbonatê pêk tê.Dema ku ev bermayî li derdora çem tê rijandin dibe sedema mirina masiyan jî û barana asîtê. Di encama kanê mermeran de daristan tunê dibin û ax dibe yek parçe. Raçinga zeviyan a xwezayî tê parçekirin ,qada jiyana jîndeyê daristanê ji holê radibe û dibe sebebê kêm bûna cûreyên biyolojîk .
'Zirara kanê keviran ji hemû jîndeyan re heye'
Di kanê mermer û keviran de çar kirarî ku tên kirin li ser hawirdorê dibe sedema bandorên cidî; Tundiya teqînê di asta tundiya erdhejek 3,4 e.Ev teqîn dibin sedema xerabûna ava binerdê. Ji bilî vî hengameya gemarê pêk tê û toza ku tevlî hewayê dibe wespa hewayê xirab dike. Dema şikandin û bêjing kirinê de diviyaye ku av bê bikaranîn , lê ji ber ku xerîdariya avê zêdeye ev yek nayê kirin. ji ber vê jî şikandin û bêjing kirin dibe sedema tozê. Barkirin bi qamyonan tê kirin û dema ku ev qamyon di nava cihê ku mirov lê dijîn de derbas dibin tozê radikin ev toz jî ava binerd qirêjî dike û zuha dike. Toza ku ji kana radibe bi dayîn û stendina bêhnê rasterast dikeve kezevê. Toza ku li ser qîrê belavdibe bi barîna şiliyê vediguhere zemînek şematok û rê li ber qezayên trafîkê vedike.
(ch)