Di baxçê şoreşa Rojava de şitlên despêkê hatin çandin

09:38

Sosin Xanê /JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Jin li şaredariya bajarê Girkêlegê, çewan ku bi hemû beşên civakî re mijûl dibe, lê beşa ekolojî bi heskirinek mezin rêvedibe.


Li hemû bajarên Rojavayê kurdistanê xebatên înşakirina civaka demokratîk û ekolojîk bê navber didome. Yek ji van xebatê bajaran, li şaredariya bajarê Girkêlega Kantona Cizîra Rojava ye tê rêvebirin. Rojava ku bi modela jiyana nû buye mînak ji hemû cîhanê re, herî zêde bi rengê jin buye çavkaniya jiyanê balê dikêşe. Derbarê xebatên ekolojîk a şaredariya bajarê Girkêlegê Komîteya Ekolojîk a Şaredariyê Mecîde Elî ji ajansa me re axivî. Mecîde behsa avabûna komîteya ekolojîk kir û wiha got: "Bi avabûna şaredariyê re komîteyên beşên xebatê hatin diyar kirin. Piştre her komîte bi beşa ku têdeye re mijûl bu û ji bo ku pisporî pêşbikeve perwerde hatin dîtin. Her çiqas di serî de me zehmetî jiyan kiribe jî, lê bi demê re em fêrî karê xwe bun û niha jî em xebatê xwe didin meşandin."

'Ji bo zevî avdanê pirsgirêkê avê derdikeve'

Mecîde behsa zehmetiyên peyda kirina avê kir û wiha pêde çû: "Ji ber tûndiya rejîma Baasê demên borî ne dihêşt gel bîran bikole û pêdiviyên xwe ya avê bigre. Hertim gel muhtacê xwe dikir û xizan dihêşt. Lê bi pêşketina şoreşê re, em êdî jiyana xwe bi xwe avadikin û zeviyên ku ji bê aviyê hişkbuye em carek din şîndikin. Zêdetirî 20 baxçeyên ku ne dihatin xebitandin, me dar û zebze çandin. Hemû xebatên ekolojîyê bi kedê jin ji nûve pêkhat. Emê rengê jiyanê carek din bi çandinî û kedê jinê xweşk bikin."

Mecîde dawîde anî ziman ku ew bi tenê xwe demek dirêj di xebatê Komîteya Ekolojî de cih girtiye û wiha got: "Demek ez bi tena xwebûm di komîtê de, her çiqas zehmetî kar me jiyan kiribe jî, em bi hêza xwe bawerin. Girêdanbûnek xwezayî di navabera jin û xwezayê de heye, jin ji zimanê xwezayê famdike. Ji ber vê yekê civak li dora jin avadibe."

(rc)