Ava Spî bi xweşikbûna xwe bandor li der dor dike
10:35
JINHA
MÊRDÎN - Ava Spî ya ku 20 km. durî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye, bi hemû xweşkbûna xwe bandor li derdora xwe dike. Ava spî bi xweşkbûna xwe ya xwezayî buye navenda seyrangihê ji bo welatiyên derdorê û yên ji gelek deverên dur tên.
Ava spî a ku di sînorê navçeya Mîdyat û Nisêbîna Mêrdînê ya li hember Çiyayê Bagokê cih digre, bi xweşkbûn û tevînekê dîrokê buye navenda seyrana mirovan. Qadên seyrangehê ya dora Ava spî sala 1987' an de heya 1992'an ji aliyê karsazan ve di hate xebitandin. Lê di sal 1992'an de ji ber vala kirina gundan û koçkirinê, heya salên 2002'an bûye qadên seyrangehên girtî. Piştî sala 2002'an ji aliyê karsazan ve cardin hat vekirin û gel bi awayek coş pêşwazî dike. Hem ji heremê hem jî, ji bajarên din mirov ji bo seyranê tên ber avê.
Zeynep Demîr ya ji Êlihê hatiye seyranê diyar kir ku ew rojên betlanê dixweze ber Ava Spî derbas bike. Zeynap da zanîn ku, ew xweşkbûna Ava Spî gelek bîstiye lê piştî bedewbûna xwezayê dora Ava Spî dîtiye ew gelek pê bandor bûye. Zeynep bi lêvkir ku xweşkbûn û herîkîna Ava Spî rihê mirovan rihet dike.
Jina bi navê Kevser Akyûz jî diyar kir ku ew 5 sale bi hevserê xwe re sazkarê aşxaneyê li ber Ava Spî dike û wiha got: "Ev 5 sale ez li vir dixebitim. Mihên havînê evder gelek bi qelebalix dibe. Ne tenê gelên heremê ji Rojava Almanya Belçîka jî mêhvan tên seyranê û demên xweş diborînin li vir."
(rc)