Demsala jinên Botanê ya berhevkirina pincar despêkiriye
09:03
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Li zozanê Botanê bûye bihar û gelek cureyên nebatan şîn bûne. Jinên Dêrgulê ji bo komkirina kerengan hildikşin çiyayên asê û zozanên bilind. Ji jinên bi keda destê xwe debara mala xwe dike Besna Yildirim diyar kir ku ew kar karek zehmet e lê ji ber ku ew kar çandek Kurdeware ew ji wî karî hezdikin û bi heskirin dikin.
Bi hatina biharê re cureyên nebatan zêde dibe, li Botanê êdî hewa germ bûye û giyayê deştê hişk dibe; lê zozan hîn nû şîn dibe. Jinên ku debara mala xwe bi berhevkirina pincar dikin ber bi çiyayê asê û zozanên bilind ve hildikişin û pincar didin hev. Rêwîtiya komkirina pincar bi tana serê xwe gelek zehmete. Jinên Dêrgulê diyar kirin ku ew tevî hemû zehmetiya bi kêfxweşî wî karî dikin û di nav xwezayê de bêhna wan vedibe. Em jî rojekê tevlî rêwîtiya jinên Dêrgulê ya çuna pincar bûn. Jin serê sibê di saet pêncan de radibin xwarina xwe amade dikin, li gel xwarina xwe jî amurên berhevkirina pincar yê weke tevrê rakirina kerengan parzunên xwe û derdikevin rê. Ji ber rê nexweşe tenê traktor dikare here. Saet di 05.30'an de tiraktor ber bi çiyayên Şirnexê ve bi rê dikeve. Rêwîtiya jinan bi sitran û gotina mesalan derbas dibe. Piştî du saet û nîvan traktor tê ser kaniyê. Jin li wir taştêya xwe dixwin. Ji wê û şun de traktor nikare dewam bike jin setek din jî dimeşin û diçin nêzîki gundê Hutê. Ev gund girêdayê Sêrtê ye. Jin li çiyayê Kudweqî, Girê Dermana, Şêx Miheme ku ev gir nêzîkî çiyeyê Herekolê ne dest bi berhev kirina kerenga dikin.
Çîroka komkirina kerengan
Ji jinên pincarî Xecîce ji me re çiroka ku li ser berhev kirina keranga ji dayika xwe guhdar kiriye wiha dibêje: "Keçikek û kurukek xuşk û birayê hev hebûne bi hev re çune kerenga. Keçikê kereng hilkiriye, lawik jî kereng xistiye turik. keçik êvarê dinêre ku tu kereng di turik de tinene. Keçik ji kurik dipirse dibêje; 'Ka kereng?' Kurik jî dibêje; 'Wele ez nizanim min kiriye turik.' Keçık tevrê pê kerengan hildike ududek danî serî û serî şikand û birayê xwe li wê kuşt. Keçik li ser kuştina birayê xwe gelek xemgîn dibe û dibêje ‘Ya rebî tu min bikî teyrik û ez carekedin neçim malê.’ Diayê wê qebul dibin û keçik dibe teyreka ser daran.”
‘Jiyana me li pey keda çolê ye’
Jina bi navê Besna Yildirim ku ew jî Dêrgulê hatiye sergêra Hutê diyar dike ku kar û xebatê wan kerengin û wiha berdewa kir: “Jiyana me li pey keda çolê ye. Ev 20 salin em hatine Dêrgulê. Em dewamî biharan vî karî dikin.” Besna da zanîn ku ew ne tenê kerenga ew li gorî demanala bûyarê pincarên weke sîrig, Pîzpîzok, soryaz, bêzar, bug û herwekîdin berhev dikin û wiha domand: "Niha dema kerengane hetahefteyak din dema sîrga zozana ne. Emê herin Faraşîna Zagrosan û li wir sîrigê berhev bikin. Emê piştî meha Remezanê jî herin milê Şêrwan bugê berhev bikin.” Besna destnîşan kir ku kazanca wî karî ne gelek başe lê ew ji ber ku Kurdin û ev çand çanda kurdîtiyê ye ew ji vî karî hiz dikin û wiha pêde çu: "Em ji zimanê xwe, ji xwezaya xwe, ji miletê xwe, ji dayika xwe hiz dikin.”
Li ber dengê sitiranên xwe jin reng didin çiyayên Botanê
Ber bi nîvroyê jinek ya pincarî li ser agir çayek çêdike û hemû jinên pincarî tiştê ku ji malê anîne bi hev re parve dikin û des bi xwarinê dikin. Li ser sifra wan ya xwezayî gelek xwarinên renga reng dixwiyê. Bi hev re bi henek, sitiran û şanaziyek mezin dest bi xwarinê dikin. Wek ku tê zanîn dengê jinên Dêrgulê gelek xweşe. Ew jinên ku ji çanda Meryemxan’ın heta êvarê çiyayê derdorê bi dengê xwe dilerizînin. Dema ku mirov li geşbûna ser ruyê jinan dinêre weke ku hatine seryîranê ne ewin yên heya êvarê kar dikin û ewqas diwestin. Dema saet dibe 05.00'ê êvar her jinek 20-30 kilo kereng ên ku kom kirine didin pişta xwe û berê xwe dide malê. Jin piştî meşa setek carekadin ji li ser kaniyê dicivin û li tiraktorê siwar dibin. Ji ber ku kereng nebatek bi sitrin e destê hemu jinan teriki ye . jin tevî hemu westandina rojê jî dîsa dest bi sitiran gotinê dikin. Pincarî saet nêzî nehê şevê digîjin malên xwe.
(ma/zt)