Pincarê buharê tolik û sud wê
10:20
Nurcan Yalçın/JINHA
AMED - Pincara buharê ya jêneger tolik bi hemû sudên xwe jinên Kurd bi sedan sale weke rêbaza tedewiyê bi kartînin. Her wiha jinên Kurd ji tecrûbeyên xwe yên salan diyar kirin ku, ji bo nexweşiyên jinan dermane û di mihên buharê de hem xwarin jê tê çêkirin hem jî, piştî tê hişk kirin di her çar demsalan de weke çay tê vexwerin.
Tolik pincarek yê meha Nîsan û Gulanê ya ku bi xwezayî li her aliyê Kurdistanê şîn dibe, jin weke rêbazên tedewiya xwezayî bi kar tîne. Li navçeya Lîcê ya Amedê tolika ku zêde şîn tê, dibe xwarina her malê ya navçê. Tolik bi feydeyên xwe yê zêde gelek cureyên xwarinê jî, jê tê çêkirin. Tolik bi protein û vîtamîna C ku feydeya xwe ya xwezayî geleke, tê hişk kirin û di her çar demsalan de tê vexwarin.
Ji her derdê re dermane
Jinan ji bo enfeksoyonên hilmijî û sanciyên zayînê dikelinin û veduxwin. Tovê tolikê xwînê tîrdike û her wiha pelê wê ya nerim û gulên wê jî, ji bo nexweşiyên çerim weke derman tê bi karanîn. Koka tolikê piştî hişk dibe, tê hêrandin û ev yek jî, birînên dev rihet dike. Pelê tolikê dema tevî şîr tê kelandin ji bo werma can bi bandore û her wiha ji bo iltîhaba birînan jî tê bi kar anîn. Jin pelên tolikê dixin nava tulbenê de û datînin ser birînê. Mirovan ji tahrîş û îltîhabên hilmijî û hezmê jî diparêze.
Çavkaniya xwezayî
Tolik bi taybetmendiya xwe ya xwezayî ji nexweşiyên wek, romatizm, êşên sing, bihên tangbûn, sanciyên regl, êşa zirav, penceşêr, tansiyon, gurçik û nexweiyên çerm re dibe derman. Her wiha ji bo iltîhabên binguh û goştê derdorê didanan jî diparêze.
(rc)