Li Peyasê ji bo jinan semînera 'Av jiyane' hat dayîn

13:54

JINHA

AMED - Navenda Jinan a Ekîn Ceren bi xebatek hevpar bi Dayreya Av û Kanalîzasiyonê (DİSKİ) re semînerek derbarê "Av Jiyan e" lidarxistin. Seroka Dayreya Xebatên Têkildarî mirovan axivî û wiha got: " Em bi taybet alîkariyê ji jinan dixwazin, herdem em ser hejmara telefonê 185 li hêviya jinanin ku ji bo pirsgirêkan me agahdar bikin."

Navenda Jinan a Ekîn Ceren tevlî Dayreya Av û Kanalîzasiyonê (DİSKİ) semînerek lidarxistin. Semîner bi diruşma "Jin jiyan e, Av jî jiyan e" bi beşdariya dehan jinên navçeya Peyasa Amedê hat lidarxistin. Di semînerê de Seroka Dayreya Xebatên Têkildarî Mirovan Muazzez Onuk Ozder ve hat kirin. Muazzez, bi jinan re pêşinyarên parastina hebûna avê parvekir. Jinên beşdar jî pirsên xwe derbarê awayên parastina avê kirin. Muazzez di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya rola avê di jiyana mirova de û wiha got: "Rola herî giring di parastina hebûna avê de ser milê jinan e. Dema ku em qîmeta dilopek av zanibin, dê di pêşerojê de emê bê ava paqij nemînin. Divê em ji bo pêşeroja xwe jî bixebitin û ava xwe ji tunebûnê biparêzin."

Semîner bi nîqaşan bidawî bû.

(şh-do/zt)