Dê di meha kanûnê de ji bo Asli Erdogan li Parîsê çalakî bên li darxistin

11:10

PARİS- Dê di navbera 1-24’ê kanûnê de her roj li hemû pirtûkxaneyên Parîsê pirtûka Asli Erdogan ya bi navê “Avahiya Kevirî” ya ku wergerî fransî hatiye kirin bê xwendin.

Ji saziyên sivîl yên herî berbiçav ên li Fransayê, La Maison éclose di daxuyaniya ku ji çapemeniyê re şan de diyar kir ku bi hevkariya La Maison écloseyê dê ji 1’ê mijdarê hata 24’ê mijdarê her roj saet di 18:00’an de û roja şemiyê jî saet di 16.00’an de dê pirtûka Asli Erdogan ya ya bi navê “Avahiya Kevirî” ya ku wergerî fransî hatiye kirin bê xwendin.

Her wiha ji bo xwendina pirtûka Asliyê ya ku dê rojê 15 deqeyan bê xwendin hemû gelê Parîsê hat vexwendin û dê di bîllbordên li Parîsê de heta ku meha kanûnê biqede afîşên Asliyê bên daliqandin.