Li Hindîstanê qezeya trênê: Gelek mirî û birîndar hene

12:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bakurê Hîndistanê trêneke rêwiyan ji rê derket û di encamê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da û 150 kes jî birîndar bûn.

Li Eyaleta Uttar-Pradeshê ya bakurê Hîndistanê, di navbera bajarên Patna û Îndoreyê de di saet 03.10’an de trêneke rêwiyan ji riya xwe derket. Hat ragihandin ku di encama qezayê de 90 kesan jiyana xwe ji dest da,150 kes jî birîndar bûn.

Heta niha jî nayê zanîn ku vagon çawa ji rê derketine, lê Wezareta Ragihandin a Hîndistanê diyar kir ku ew ê berpirsyaran ceza bike.

Li Hîndistanê ji ber ku riyên trênan kêm in û xebatên nûjenkirinê kêm in, di van demên dawiyê de gelek qezayên trênê diqewime.