Li Stockholmê jin amedekariya konferansa jineolojiyê dikin

13:57

JINHA

STOCKHOLM - Li paytexta Stockholma Swêdê Komelgeya Jinên Azadî Kurdistanê bi tevlîbûna 30 jinên kurd û fars panel û perwerdehiyek ku ji 4 rojan pêk tê organîze kir.

Li Paytexta Stockholma Swêdê Komelgeya Jinên Azadî Kurdistanê (KJAR) di navbera 20 û 23'ê cotmehê de bi tevlîbûna 30 jinên kurd û fars panêl û perwerdehiyek ku ji 4 rojan pêk tê organîze kir. Di panêl û perwerdehiya ku 4 rojan dewam kir de li ser mijarên wek dîroka jinê, jineolojî-zanista jinnasî, dîroka têkoşîna jinên Kurd , Îran û rojhilatê Kurdistanê, rêxistinbûna û sistema KJARê hat nîqaş kirin. Herwiha çend film û belgefilman li ser mijara jinê û têkoşîna jin di dîrokê de,, jîyan û têkoşîna Sakine Cansiz û xebata jin di şoreşa rojavaya Kurdistanê de hatin nîşandan.

Panêl û perwerde ji aliyê Rojnamevan Necîbe Qeredaxî, berpirsyara KJAR'a Ewropayê Zîlan Rojhilatî, çalakvanên jinan Kiwêstan Dawidî û Nigîn Vatanî hatin pêşkeşkirin. Bi firehî mijara dîroka ne niviskîya jinê û faktorên windakirina jinê, bandora mîtolojî û olan li ser statûya jinê û nêrîna felsefe û zanistên civakî hatin giftûgokirin. Mijara bîrdoziya rizgarêya jinê û teorîya qûtbûn jin majarên herî zêde hatin niqşkirin.

Necîbeyê diyar kir ku ew girîngi didin xebatên perwerdehiyê û ev tişt got: "Dewreyên perwerdê pêdivîya herî girng ya qonaxê ye, di hemû alîyên jiyanê de ji bo derbazkirina zihnîyeta û desthilatdarîya bavsalarîya mêran û taybetmendîya kevneşop ya jinê. Jinan di van dewereyan de bi dîroka xwe û hêz û enerjîya xwe dihesin ku wan diherikîne meydanên têkoşîn û rêxstinbûn û sazîbûnên xweser.”

Zilanê jî wiha axivî: "KJAR sistema rêxstinbûna xweser ya jinan pêşdixe, di hemû alîyên siyasî, civakî, aborî, diplomasî, çapemenî û hwd." Zîlanê bangewazî li jinên kurd û hemû jinên din ya Îranê kir xwe di nava KJAR'ê de bi rêxstin bikin.

Herwiha Nigîn Vatanî rexne li fimînistên Îranê kir ku ew bi nêrîna dewleta navendiya Îranê li jinên kurd dinêrin û got ku ji ber vê sedemê ew nikarin bi têkoşîna jinên kurd re bibin yek.

Kiwêstan Dawidî jî destnîşan kir ku di qonaxa bihorî de gelek jin tevlî rêxitina rojhilatê Kurdistanê bûne û wiha domand: "Têkoşîna azadî jinên kurd deryeke gohartinên radîkal li ser civaka kurd vekiriye û îro gehiştîya asta zanistek mezin."

Jinên ku tevlî panêl û perwerdehiyê bûne, eleqeyek mezin nîşan dan û dexwaz kirin ku xebatên perwerdehiyê berdewam bike.

Hêjaya gotinê ye ku ew ê di 8'ê mijdarê de panêleke taybet ji bo jinên biyanî li Stokholmê werê li dar xistin û di 19'ê mijdarê de jî konfransa bi mijara jineolojî were organizekirin. Tê payîn ku hejmareke ji rêxstinên jinan ya kurd û swêdî, perlemantar û jinên fêmînist tevlî bibin.

(kom/rc)