Li Amerîkaya Başûr jin li dijî şîdetê daketin kolanan

12:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî qetilkirina zaroka 16 salî ya ku ji aliyê kesiparên hişbir ve hat qetilkirin di serî de li Arjantînê li gelek welatên Amerîkaya Başûr jin daketin kolanan û qetilkirina zaroka 16 salî şermezar kirin.

Jinên ku qetilkirina zaroka 16 salî ya bi navê Lucî Perez ya ji aliyêkesipkarên hişbir ve ku di serî de êrîşa zayendî û îşkence lê hat kirin û piştre jî hat kuştin şermezar kirin di serî de seatekê li Arjantînê jinan dest ji kar berdan û wiha bang li jinan kirin: "Dirûşma hûn li ku dibin bin ji bo ku hûn bêhtir ji dijminahiya li hemberî jinan re bibin bersiv saetekê dest ji karê xwe berdin" Pîşt^î bangê bi sedhezaran jindaketin kolanan her wiha di şermezarkirina ku bi navê "Çarşema Reş" hat kirin de jin bi cil û bergên xwe yên reş daketin kolanan. Her wiha li gel ji dest berdana kar li payitext Buenos Aîres û li gelek bajarên din çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.

Her wiha ji bo piştgiriya bi jinên Arjantînî re ji Şîlî , Meksîka û Guatemalayê jî jin daketin qadan û dirûşmên " Şovnîzma mêran naxwazin" berz kirin.

(gc/mk)