Hanna Sado, li Mozambîkê pergala jinan a Rojava vegot

09:02

JINHA

MAPUTO - Li ser navê Kurdistanê delegasyon tevlî Civîna Navneteweyî ya Meşa Jinên Cîhanê (DKY) bû û nûnera Kongreya Starê Hanna Sado jî di delegasyonê de cih girt û pergala jinan a konfederal a Rojava vegot. Ji 32 welatî jin tevlî konferansê bûn. Hanna diyar kir ku azadiya jinê ji wan bedelên giran dixwazin û got wek hun dizanin di şoreşa jinan a Rojava de jinên ereb, ermenî, asurî, Tirk û ji her neteweyan jin cih digirin.

DKY'ê civîna xwe ya navneteweyî ya îsal ku ji 2000'î de li welatên cuda pêk tîne îsal li Mozambîkê pêk anî. Ji Afrîka, Ewropa, Amerîka, Asya û Rojhilata Navîn bi tevahî ji 32 welatî bi sedan jin tevlî civînê bûn. Civîn di navbera 10-15'ê cotmehê de li paytexta Maputo ya Mozambîkê pêk hat. yekem car delegasyona Kurd vexwendiyê civînê hat kirin. nûnera Kongreya Starê Hanna Sado jî di delegasyonê de cih girt û di roja dawî de bi axaftina ku kir rastî eleqeyek mezina jinan hat.

Pergala konfederal a Jinan

Hanna pergala şoreşa rojava û jinan vegot û wiha got: "Kongreya Star hem li Sûriyeyê û hem jÎ li Rojava têkoşîna netewî û zayndê dide. ji ber vê jî hem parastina cewherî û hem jî avakirina civakê pêk tîne. Li aliyê din jî li dijî zîhniyeta serdest ya mêr a 5 hezar salî têdikoşe. Em wek jinên Rojava di bin bana Kongreya Star de xwe rêxistin dikin. ev pergal pergalek konfederale. Di vê pergalê de jin aktîf cihdigirin.

'Ya esas wekheviya zayendê ye'

Di pergala konfederal de ya esas wekheviya zayendê ye. hre wiha avakirina civakek demokratîk jî hedefe. Parastina xwezayê yek ji hedefên herî girîngin. Ev jî esasek ku hevsengiya civakê diparêzeye. Rêgeza vê têkoşînê hem azadiya Rojava û hem jî demokratîkbûna Suriyeyê û Rojhilata Navîne.

'Jin ji bo azadiyê bedelên mezin didin'

Yek ji xebata meya herî sereke jî eve kul i dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîne. Vê zîhniyetê mafên herî sereke yên jinê jê girtine û di her nokteyê de îradeya wan ji destê wan digirtine. Yek ji hedefên herî mezin yên Kongreya Starê eve ku têkoşîna dîrokî ya dirêj a jinê derkeve holê. Ji bo vê bi hezaran jinî bedelên mezin û giran dan.

Ji gelan yekitiya jinan

Em dizanin ku demokratîkbûna civakê ji azadbûna jnan derbas dibe. Ji bo azadiya jinê bedelên pir giran tên xwestin. Arîn Mîrkan, Ozgur, Şîlan û Hêvîdar. Hîna gelek jin. di şoreşa Rojava de jig elek neteweyan jinan cih girtin. Ev têkoşîna hevpar ji ber dîroka me ya hevpare.

Ji bo pergala jinê modela rêxistinê

Jinên hêja şoreşa Rojava hatiye asteke girîng. Her roj em şoreşê xurt dikin û têkoşînê bilind dikin. hedefa me ya sereke eve ku jin bê rêxistin nemînin. Jinên ji derveyê rêxistinê dimînin rastî êrîşên zayendî tên. ji ber vê divê ji bom e rêxistina jinê di asta jor de cih digire.

Jiyana Komunal

Yek ji rêgezên vê pergalê jiyana komunale. Li hemû gund, tax û bajaran pergala komunal hedef tê girtin û rihê kolektîf yê civakê tê avakirin.

Meclîs

Rêgeza duyemîn Meclîse: di meclîsan de hevserokatî rêgeza serekeye û pergala hevserokatiyê jiyana komunal xurtir ava dike.

Komîte

Rêgeza sêyemîn komîteyên civakîne. Di hemû rêxistinên sivîl de ev komîte tên avkairin û bi taybet di şert û mercên şer de bi bandorin û di heman demê de di her qada civakê de amûra xwe digihîna zarok, ciwan û extiyaran.

Rêveberiyên herêmî

Rêveberiyên herêmî û komîteyên ekolojiyê. Rola herî girîng ya vê komîteyê di pergala xweseriya demokratîk de rêxistibûnê pêk bîne, mafan biparêzin û di qadên xizeta şaredariyê de cih bigire.

Rola YPJ'ê ya di parastina jinê de

Komîteya parastina cewherî; Jin ev demeke dirêj de di qada parastina cewherî de têkoşîna rêxistinbûnê didin. Hedefa jinên Kurd ya di parastina cewherî de li dijî feraseta ku dixwaze jinên di YPJ'ê de şer dikin îmha bikin, têdikoşeye. Li dijî feraseta ku jinê wek mal dibîne têkoşîne.

Ji bo nasnameya jinê û nasnameya etnîkî parastina cewherî

Li dijî vê YPJ ya ku parastina cewherî ya jinê ye têdikoe. Ev ne tenê şerekî fîzîkî di heman demê de şerekî zîhniyetê ye. têkoşîna li dijî vê zîhniyetê jî ji bo azadiya jinê temînate.

Komîteya hiqûqê:Ev hem wekheviya jin û mêr û hem jî din ava civakê de biryarên bi dadî tên dayîn. Ev komîte pirsgirêkên nava civakê çareser dike û dibe temînata hiqûqa nivîskî.

Komîteya Çandê:Ji ber çanda kurd wek netewe tê redkirin, her tim rastî zextan hatiye û hatiye asîmlekirin. Bi vê komîteyê re çand û zimanê Kurd tê parastin û ji asîmelekirinê tê xilaskirin.

Perwerdehiya demokratîk

Komîteya perwerdê: ti carî nirx nedan perwerdehiya gelên bindest û ji ber vê yekê jî di hişmendîbûnê de pêşketin çênbû. Em hedef dikin ku bi akademiyan pergaleke perwerdehiyê ava bikin.

Komîteya aboriyê: Xwe wek aboriya komunal rêxistin dike û li ser kooperatîfan xwe rêxistin dike. Koperatîf niha di asta berfirehbûnê de ne.

(fk\hu)