Cara yekemîn jinên Kurdistanî bi delegasyoneke cuda tevil DKY'ê bûn

13:39

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Navneteweyî ya Tora Kurevî ya Feminîstan a Meşa Cîhanê (DKY) li Mozambîkê pêk hat. Di civîna ku cara yekê jinên Kurdistanî bi delegasyoneke cuda tevli bûn de têkoşîna jinên kur hat silavkirin.

Cîvîna Tora Çalakiyan a Feminîstan (DKY) ku ji sala 2000'î ve li welatên cuda tê lidarxistin vê salê li Mozambîkê tê lidarxistin. Civîna ku ji 32 welatên cîhanê jin tevli bûn di navbera 10-15 cotmehê de li payitexêtê Mozambîk Maputoyê pêk hat.

Her wiha sekreteriya meşa DKY'yê jî ji aliyê mozambîkê ve tê kirin. Jinên Kurdistanî yên ku cara yekê bi delegasyoneke cuda tevli civînê bûn rastî eleqeyeke mezin hatin.
Di niqaşên ku 5 rojan berdewam kirin de mijarên wekî "Niqaşen li ser polîtîkaya navneteweyî ya DKY'ê, nirxandina plana çalakiyê ya sala 4'emîn, plansaziya sala bê, hilbijartina komîteya navneteweyî û ji bo civîna bê plankirina cih" di civînê de hatin destgirtin.

Her wiha di beşa bidawîkirinê ya civînê de bi taybetî bal hat kirşandin ser berxedan û têkoşîna jinên kurd û berxwedana jinên kurd hat silavkirin.

(sş/fk/mk)