Li Hindistanê şewat: 23 mirî û 106 birîndar

11:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nexweşxaneyeke taybet a eyaleta Odîsha ya Hîndîstanê şewat derket di encama şewatê de 23 kes mirin û 206 kes jî birîndar bû.

Li Nexweşxaneyeke taybet a eyaleta Odîsha ya Hîndîstanê şewat derket di encama şewatê de 23 kes mirin û 206 kes jî birîndar bû. Li gorî daxuyaniya ku ji aliye Wezîrê Tendirûstiyê ve ji kanala J.P. Nadda, Tîmes Now TV re da, diyar kir ku şewat li yekîneya diyalîzê ji ber kontaga ceryanê pêk hatiye.
Hat aşkerakirin ku ji ber şewata li yekîneya diyalîzê derket gîha beşa lezgîn a nexweşxaneye, 23 kes mirine û 206 kes jî birîndar bûne. Her wiha li gorî agahiyên ku ji xebatkarên nexweşxaneyê hatin girtin jî hat diyarkirin ku di be hejmara miriyan di demên pêş de zêdetir bibe. 500 nexweşên ku li nexweşxaneyê diman jî sewqî nexweşxaneyên din ên li Hindistanê hatin kirin.

(fk/mk)