Qedexeya li ser aktîvîsta aştiyê Pîedad hat rakirin

14:52

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Qedexeya siyasetê ya 18 salan a li ser aktîvîsta aştiyê Pîedad ku bi hinceta têkiliya wê bi FARC’ê re heye hat rakirn.

Parlamentera kevin û axtîvîsta aştiyê Pîedad Cordoba; di hilbijartina 2010’an de ji ber ku ji bo 25 mîlyon pesos alîkarî dabû siyasetmedar Rîcardo Antonîo M. Vasquez û bi îdiaya ku têkiliya wê bi FARC’ê re heye 18 sal cezayê dûrxistina ji siyasetê lê hatibû birîn.

Dadgeha Makeqanûnê ya Kolombiyayê cezayê 18 salan yê ji dûrxistina siyasetê ku li pîedad hat birîn di, 4 salan de bi dawî kir.

(fk/mk)