Çeteyên hişbirê li Arjantînê zorokek qetil kirin

11:04

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Arjantînê polîs êrîşî 60 hezar jinên ku li dijî bikaranîna hişbir û çetyên bazirganiya wê dikin meşiyan kir. Li aliyekî din çeteyên bazirganiya hişbir dikin li heman welatî zarokeke keç bi îşkenceyê kuştin.

Li Arjantînê çeteyên bazirganiya hişbir dikin, zarokeke keç a 16 salî revandin û bi îşkenceyê qetil kirin. Çeteyên ku zaroka keç ji dibistaneke Mar del Platayê revandin. Çeteyên ku zarok revandin bi zorê hişbir pê dan bikaranîn, êrîşa zayendî li dijî wê bi kar anîn, piştre jî ew qetil kirin. Çeteyên ku zarok qetil kirin cenazeyê wê li ber nexweşxaneya ku pêgirtiyên hişbir derman dike danîn. Her wiha piştî dîtna cenazeyê zaroka keç, du endamên ji çeteya bazirganiya hişbir dikin; Matîas Gabrîel Farîas û juan Pablo Offîdanî hatin girtin. Her wiha di wesayita ku çete tê de hatin girtin çek jî hatin dîtn.

60 hezar jin li dijî bikaranîna hişbir û bazirganên wê meşiyan

Di 11’ê cotmehê de li Arjantînê di ‘Hevdîtna 31’emîn a Navneteweyî ya Jinan’ ji bo ku balê bikişînin ser şîdeta bazirganên hişbir û li gel wê şîdeta li ser jinan kom bûn. Jên ku kom bûn parnkarta li ser ‘ Bila jineke din neyê qetilkirin’ û ‘ Em bi hev re hîn mezirntirin’ vekiribûn û meş pêk anîbûn. Li dijî jinên ku meş pêk anîn polîsna guleyên plastîk û bi gaza bîberê êrîşî jinan kirin. Jinan jî li dijî êrîşan barîkat avakiribûn û bi seatan li dijî polîsn li ber xwe dabûn.

(gc/mk)