Her kêlî dibe ku Zeynepê darve bikin!

11:40

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Sekanvand a parastina xwe ya cewherî kirî û hevserê xwe kuşt ji aliyê Rejîma Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hat. Di be ku îro Zeynepê darve bikin.

Ji ber Zeynep Sekanvand parastina xwe ya cewherî kir û di Sibata 2012'an de hevserê xwe kuşt ji rejîma Îranê wê avêtin zindanê û di cotmeha 2012'an de cezaye îdamê lê birîn. Zeynep a hêj 15 salî bû hat zewicandin, 20 rojan li navenda polîsan hat rawestandin rastî lêdan û îşkenceyê hat. Heyeta dadgehê destura Zeynep li gel parêzerên xwe parastin bike nedan. Li gel ku dema bûyer pêk hat Zeynep hêj zarak bû jî rejîma Îranê di 2013'an de ceza lê birî. Piştî Rejîma Îranê der barê Zeynep de cezayê darvekirinê birî Rêxistina Efoya Navneteweyî li dijî biryarê bang li raya giştî kir û xwest her res hestiyar nêzîk bibe. Rêxistina Efoyê diyar kir ku dibe di 13'ê Cotmehê de bê înfazkirin û ji rayedarên rejîma Îranê xwest bi lezgîn biryara înfaza ceza rawestînin. Rêxistina Efoyê xwest Zeynep ji nûve bê darizandin.

Rêxistina Efoya Navnetewî ji bo paşde vegerandina ceza li ser van navnîşanan 'http://acileylem.org.tr/eylem-detay.php?q=251' kampanya da despêkirin.

(zt)