Li Arjantînê jinan li dijî êrîşa polîsna dest bi têkoşînê kir

14:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Arjantînê polîs êrîşî çalakiya ‘Hevdîtina Jinan’ kir. Jinan jî li dijî êrîşê barîkat danîn û dest bi têkoşînê kirin.

Li Arjantînê di 8’ê cotmehê de Santa Fe, Rosarîo çalkiya jinan a 31’emîm a hevdîtinê pêk hat. Di hevdîtna ku bi sedan jin tevli bûn de, jinan dirûşmên “Ger ku hûn dest ji yekê ji me bidin em ê hemû li dijî we derkevin, “ Bila kuştina jinan bi dawî bibe” û “ Di encama kurtajê de dê jinek jî nemire” berz kirin.
Di axaftinên ku di hevdîtina jinan de hatin kirin de hat gotin ku bi avakirina navendên şîdetê û xizaniyê re di serî de jin tên qetilkirin.

Her wiha di dema bidawîkirina hevdîtnê de polîs êrîşî jinan kir û jinan jî bi arîkatên ku ava kirin li dijî polîsan têkoşîn dan û parastina xwe kirin.

(fk/mk)