Ji bo hostayên satrancê zoriya sergirtinê

14:51

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2017’an de merasîma Jinên Şampyonên Satrancê yên Cîhanê dê li Îranê bê lidarxistin. Ji bo jinên hostayên satrancê yên dê ji çar aliyê cîhanê beşdar bibin zoriya sergirtinê.

Li gorî nûçeya Rojnama Karinca Fedresyona Satranca Cîhanê (FIDE) yê di meha sibatê de dê Jinên Şampyonên Satrancê yên Cîhanê li Paytexta Îranê Tahranê di merasîmekê de li hev bicivin. Hat zanîn ku ji ber sergirtin li Îranê bi zorê tê kirin, dê hemû jinên werzîşvanên ji çar aliyên cîhanê bên hemû di pêvajoya li Îranê bimîne de serê xwe bigirin. Ger wiha nekin dê rastî cezayê pere yan jî girtîgehê bên.

(zt)