UNICEF: Zarokên keç bi karên malê rastî îstîsmara zayendî tên

14:17

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora ku ji aliyê UNICEF’ê ve hat amadekirn, hat diyarkirin ku karê malê li ser zrokên keç tê ferzkirn û wiha hat gotin: “ Mafên zarokên keç yê lîstikê, bi hevalên xwe re civakîbûn, çêkirna dersê ya bi hevalên wan re û zarokatiya wan ji wan tê dizîn.”

Ji aliyê UNICEF’ê de bi sernavê “Derbarê zarokên keç de ji hêza daneyan sudgirtin: Bi daneyên di dest de nêrîna li 2030’î” der barê zarokên keç de raporek hat weşandin. Li gorî daneyên di raporê de karê malê bi awayekî ne wekhev li ser milên zarokên keç tê hiştin. Zarokên keç yên temenê wan din ava 5 û 9 salî de li gorî zarokên law yên di temenê wan de ji sedî 30 (rojê 40 mîlyon saet) zêdetir demê xerc dikin.

Karê malê li zarokên keç tê ferzkirn

Di raporê de hat destnîşankirn ku her ku temenê zarokên keç pêş ve diçe barê wan yê karê malê jî girantir dibe û ev tişt hat gotin: “Zarokên keç yên 10-14 salî di karên malê de li gorî zarokên law ji sedî 50 (rojê 120 mîlyon saet) zêdetir wextê derbas dikin. “

Di raporê de hat diyarkirn ku karê zarokên din jî din jî di nav de, lênêrtina kesên li malê yên têgihîtî jî bi piranî li ser milê zarokên keç dimîne û wiha hat gotin: “ Karên ku zarokên keç dikin kêmtir tê dîtin, gelek caran karên ku dikin ji rêzê tê dîtn û girîngî jê re nayê dayîn. Bi dankirna karên malê re zarokên keç zarokatiya xwe nikarin bijîn. Li hin welatan ev zarok dema xwe bi topkirna qirşikan û bi kişandina avê derbas dikin. Bi dankirna van hemû karan re zarokên keç dibin mexdûrê îstîsmara zayendî.”

Zarokên ku herî zêde barên giran radikin yên ji Somaliyê ne

Di rapora ku tê de hat diyarkirn li Asyaya Başûr, Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakûr li gorî zarokên law zarokên keç ên temenê wan din ava 10-14 salan de duqat zêdetir dixebatin wiha hat berdewamkirn: “ Li gorî welatan herî zêde zarokên keç ên li welatên wekî Burkîna Faso, Yemen û Somalî tên xebitandin. “

(gc/mk)