Polonya piştî têkoşîna jinan paşve gav avêt

17:31

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN– Li Polonyayê Wezîrê Zanist û Hîndekariyê Jaroslaw Gowîn piştî çalakiyên protestoyî yen li dijî qedexeya kurtajê ya bi her awayî diyar kir ku pêşnûmeqanûna der barê qedexekirna kurtajê de dê nekeve meriyetê û ev tişt got: “Çalakiyên jinan yen protestoyî dilnizmî hînî me kirin.”

Li gorî nûçeya k udi The Guardîan de hat weşandin, hat aşkerakirn ku Wezîrê Zanist û Hîndekariyê yê Polonyayê diayar kiriye ku çalakiyê protestoyî yên jinan ên li hemberî qanûna qedexekirna kurtajê bûne sedema dilnizmiyê û di nûçeyê de wiha hat gotin: “ Ev helwesta wezîrê polonyayê tê wateya ku piştgiriya der barê biryarê ya ji aliyê lîderê muhafazakar ve hatiye dayîn tu destekê nabîne.”

Her wiha roja şemiyê bi hezaran jin ji bo ku biryara qedexeya kurtajê şermezar bikin li gelemperiya welat çakiya “Duşema Reş” li dar xisitibûn û bang li jinan kirbûn ku bi cil û bergên xwe yên reş tevli çalakiyê bibin.”

(gd/gc/mk)