Li Estonyayê cara yekê jinek bû serokomar

09:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Li yek ji welatên Baltikê Estonyayê di dengdayîna li parlamentoyê de, cara yekê jinek ji bo serokomariyê hat hilbijartin.

Li Estonyayê ji ber ku dema xebatê ya serokomar Toomas Hendrîk Ilves qediya li parlomentoyê ji bo ku yek bê dewsa wî dangdayîn pêk hat. Di encama dengdayînê de jina biyolog Kerstî Kaljulaîd bû serokomara jin a yekem a Estonyayê.

Kerstî Kaljulaîd ya ku bi salan biyologî kir, ji sala 2004’an û vir ve jî li Dadgeha Hesap ya Ewropayê nûneriya Estonyayê kir.

(fk/mk)