Li Polonyayê ‘Protestoya reş’ dest pê kir

15:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Polonyayê jinên ku li dijî qedexekrin kurtajê biryara grevê dan bi cil û bergên xwe ên reş daketin kolanan.

Li Polonyayê piştî biryara qedexeya kurtajê li tevahiya welat jin daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Jinên ku berê tevli biryara girevê bûn, bi cil û bergên reş daketin kolanan û çalakiyên ku hatin lidarxisitn jî bi navê “Protestoya reş” hatin kirn.
Bi munasebata çalakiyê li Polonyayê xwendekar neçûn dibistanê, jinên malan derketin çalakiyê û esnafan jî bi girtina derabeyên kargehan piştgirî dan çalakiyê.
Her wiha li ser medyaya civakî jî ji çar hêlên cîhanê jinan piştgirî da çalakiya jinên polonyayê û biryara hikûmetê ya der barê qedexeya kurtajê de şermezar kirn. Tê payîn ku ji welatên YE’yê jî 6 milyon jin piştgiriya çalakiya jinên polonyayî bikin.

(gd/dk/mk)