Li Polonyayê jin li dijî qedexekirna kurtajê di grevê de ne

10:08

JINHA

VARŞOVA – Li Polonyayê îro jinan li dijî qedexekirna kurtajê ya ji aliyê dewletê ve dest bi greva giştî kirn. Greva ku di heman rojê de li 60 bajaran belav bû aktîvîstên jin bang li hemû kesî kirn ku bi cil û bergên xwe yên reş dakevin kolanan û piştgiriyê bidin çalakiya wan

Li Polonyaya ku endama YE’yê ye li dijî mafê kurtajê yê jinan ku ji aliyê dewletê ve hat qedexekirn ji çalakiyên xwe roj bi roj zêde dikin. Li polonyaya ku herî zêde gelê wê katolîke ji xwe kurtaja ku bi sînor dihat kirn vê carê ev maf di rewşa ku jin rastî êrîşê hatibin û bêyî daxwaza xwe ducanî bibin de jî dê mafê xwe yê kurtajê nikaribin bi kar bînin.

Her wiha jinên kedkar jî ji bo ku mafê xwe yê kurtajê ji nû ve bi dest bixin û balê bikişînin ser vê neheqiyê li tevahia welat dest bi gireva giştî kirn. Gireva ku di bin navê “Şermezarkirna reş” de dest pê dike dê li 60 bajaran belav bibe. Tê payîn ku çalakiya herî mezin jî li payitext Varşovayê li ber parlamentoyê bê kirn.
Ji berpirisyarên çalakiyê aktîvîst Nanna Bjumsztajn diyar kir ku ew li hemberî kesên ku qanûnên der barê jiyana jinan û bedena wan de derdixin bi hêrs e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Tenê jin dikare der barê jiyana xwe de biryaran bide.”

(mk)