Yekemîn parlementera Aborjinî: Lînda Burney

09:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekemîn parlementera Aborjînî ya Avustralyayê Lînda Burney, axaftina destpêk bi zimanê xwe kir û dest bi erkê xwe kir. Lînda di axaftina xwe de got: "Ji bo ku netewa me xwe bi sê peyvan îfade bike, bi salane nefesê xwe girt" û bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û bişavtinê.

Ji gelê kevnar Aborjînî yên ku bi salane rastî polîtîkayên qirkirin û bişavtinê tên yekemîn parlementera jin hat hilbijartin. Lînda Burney ya ku ji bo parlementoya Avustralyayê hatî hilbijartin, berî 13'e salan li herêma Galler ya Başûr di perlamentoyê de erk wergirtibû. Lînda di Meclîsê de axaftina vekirinê bi zimanê Aborjînî kir.

'Ez dixwazim seknek bi rûmet bidim nîşandan'

Di parlementoya Avustralyayê de axaftina Lînda ya bi Aborjînî ku cara yekeme tê kirin derbasî dîrokê bû. Lîndayê di axaftina xwe yên dîrokî de ev tişt gotin: "Yek ji demên xwe yê herî bi wate dijîm. Ez rêz nîşanî Aborjîniyan didim û dixwazim her kes rêz nîşan bide. Niha ber bi cihek bi hêz ve rêwîtiyê dikim. Evder axên Aborjîniyane û dê wiha jî bimîne. Ez dixwazim seknek bi rûmet bidim nîşandan."

Polîtîkayên qirkirinê vegot

Lîndayê bal kişand ser polîtîkayên qirkirin û bişavtinê û wiha domand: "Netewa me ji bo ku sê hevokan bêje, bi salan nefesê xwe girt. Em gelek xemgînin. Bi hezaran zarokên Aborjînî ji malbatên xwe, ji ber polîtîkayên qirkirina çandî hatin dûr xistin. Piştre di sala 2008'an de hikûmeta Rudd Labor lêborîna xwe ji ber pêk anînên xwe xwestin. Hilweşîn û êşên ku wan deman dane jîndin îro jî hîsdikin. Di jiyana min de aliyê min ya Aborjînî girînge, ji ber zemînê xwe naskirinê dide avakirin."

Lînda di dawiya axaftina xwe de vê peyamê da gelê Aborjînî: "Eger niha ez li vir disekinim, wê tu kes nebêje hun kêmin."

Çavkanî: www.businessinsider.com.au ve www.theguardian.com

(gd/rc)