Navnîşana hêvî û serhildana jinên Fîlîpînê: GABRÎELLA

09:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Jinan Gabrîella ya li Fîlîpînê bi sed hezaran endamê wê hene û navê xwe ji fermandara jinan a di têkoşîna serxwebûna welat ya 200 sal berê hatiye jiyîn Gabrîella Sîlang girtiye, li dijî zîhniyeta serdest têdikoşe. Rêxistina ku 50 hezar endamê wê hatin girtin bûye serhildan û hêviya jinên welat ku xizanî, koçşberî û fuhuş lê zêde ye.

Li Fîlîpînê di her 26 saniyeyê de jinek rastî şîdetê tê û ji ber xizaniyê hejmara jinên koçber dibin ji 4 mîlyonî zêdetire. Her wiha bûye navenda 'bazara fuhuşa zarokan jî. Rêxistina Gabrîella ku 200 hezar endamên wê hene ji bo wekheviya zayenê û azadiya jinê têkoşînek girîng dide.

'Welatê karkerên penaber'

Li Fîlîpînê rewşa ku jin herî bindeste, rewşa jinên penaber û bazirganiya sekna navneteweyî ye. li cîhanê li 100 welatî ji 7 mîlyonan zêdetir, hemşîre, doktor, xizmetkar, behrvan û zanaatkar dixebitin. Ev Fîlîpînî di heman demê bi mîlyara Euro piştgirî jî didin aboriya welat. Lê jinên perwerdehiyek baş negirtine li van welatan dikevin kemînan.

Tecrubeya têkoşîna 100 salî

Li Fîlîpînê paşeroja têkoşîna azadiya jinê xwe dispêre nêzî 100 sal berê. Lê di nîv duyemîn sedsala 18'emîn de generala jin a yekem ya welat Gabrîela Sîlang di serhildana li dijî mêtîngeriya Ispanyolî de pêşengî kir û ji jinên Fîlîpînê re mîrateyek girîng hişt. Têkoşîna jinê jî di 1905'an de bi deklerekirina Rêxistina Femînîst dest pê kir. Van jinan zêdetir li ser mafên civakê faliyet meşand. Di 1971'ê de Makîbaka (Tevgera Azadiya Jinan a Nû) bi meşekê di 8'ê Adarê de cara yekem hat pîrozkirin.

Mîrateya Gabrîlela Sîlang

Li Fîlîpînê hêzeke gerîlayên jin ya hejmara wê digihêje hezaran û ev jin di nava NDFP'ê de rêxistina xwe ya xweser dikin. Di 1984'ê de li dijî dîktoratiya Marcos meşek mezin pêk hat. Piştî vê 200 hezar saziyên jinan hatin cem hev komîsyona jinan a neteweyî ava kirin û ji bo bîranîna general Maria Josefa Ca Gabriela Silang navê partiya Jinan a Gabriyel girt.

Joan Salvador: Azadiya jinê rojeva me ya ewil e

Berpirsa Têkiliyên Navneteweyî ya GABRÎELLAYÊ Joan Salvador got: "Ev rêxistineke jinê ya di qada demokratîk de xebatê dimeşîne ye. Em xwe li Fîlîpînê wek parçeyekî tevgera neteweya demokratîk didin nasîn.Em ji bo serxwebûna welat jî têdikoşin. Azadiya jinê jî ji bo me li cihekî girîng cih digire. Nêzî 200 hezar endamên me hene. Nêzî 200 rêxistinên jinê di nav rêxistina me de cih digirin.

Joan diyar kir ku li dijî fuhuşê jî têkoşînek mezin didin meşandin û got di vê mijarê de xebatên wan yên girîng hene. Joan wiha got: "Jinên ji bo mafên demokratîk derketin kolanê bi endamtiya rêxistinê tên darizandin. ji 50'yî zêde endamên GABRÎELLA'yê niha girtîne."

Em jinên Kurd re têkoşîna hevpar dixwazin'

Joan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi taybet di her platfromê de bi tevgera jinên Kurd re tên cem hev û dan û standina fikr û nêrînan dikin û got armanca wan eve ku qadên hevpar yên têkoşînê biafirînin.

(fk\hu)