Femînîst li Brezîlyayê di foruma AWID'ê de hatin cem hev

09:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Foruma 13'emîn a Navneteweyî ya AWID'ê ku li Brezîlyayê pêk tê ji her çar aliyê cîhanê jin, parêzvanên mafê mirovan û rêxistin tevlî bûn. Forum wê di 11'ê îlonê de bi dawî bibe û KJA jî wê wek axaftinker bi sernavê 'Şoreşa jinê ya Rojava\Kobanê û parastina cewherî a jinê:Berxwedana jinê ya li dijî DAIŞ'ê û di pêvajoya şoreşî ya Rojhilata Navîn de lêgerîna azadiyê ya jinê' wê forum pêk bê.

Komelaya Mafê Jinan a Pêşvebirinê AWID (Association for Women's Rights in Development) 13'emîn Foruma Navneteweyî li herêma Bahîa ya Brezîlayayê pêk tîne. AWID ya ku ji 140 welatî wê sazî û lijneyên femînîst yê navneteweyî dihundirîne, foruma ku wê pêk bîne ji her çar aliyê cîhanê wê parêzvanên mafê mirovan û jinan nûnerên NGO'yê, akademîsyen, aktîvîsên jin yên ciwan beşdar bibin. Forum bi beşdarbûna 2 hezar kesî vebû û bi sernavê 'Di alî jinê de rastiya me ya îro' runiştin pêk hat.

Berdema demî ya KJA'yê Ayla Akat jî wek axaftinker tevlî bû û runiştina wê ya 'Di ratiya heyî de demokrastî:Dersên me hîn kirine, zehmetî û rêyên pêşketinê' rastî eleqeyek mezin hat. Ayla Akat û Dîlar Dîrîk wê roja dawî runiştina bi ser navê 'Şoreşa jinê ya Rojava\Kobanê û parastina cewherî a jinê:Berxwedana jinê ya li dijî DAIŞ'ê û di pêvajoya şoreşî ya Rojhilata Navîn de lêgerîna azadiyê ya jinê' pêk bîne.

Di forumê de wê mijarên wekê; aktîvîzma jinên ciwan, berxwedana jinên reşik, têkoşîna gelên herêmî, pirsgirêkên ekolojîk, alternatîfên demokratîk ya li dijî netewe dewletê, însiyatîfên li dijî kapîtalîzmê, li dijî oldariyê têkoşîn, berxwedanên girtîgehan, têkoşîna kesên LGBT'î, mafê mirovên astengdar wê bên nîqaşkirin.

Foruma Femînîst wê di 11'ê îlonê de bi dawî bibe.

(dk\hu)