Motîfên maya di bin parastina jinên herêmî de ne

09:03

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Guatemalayê jinên herêmî ji bo motîf û desenên çêkirî yên ku parçeyeke girîng a çanda Mayaye ji şîrketên tekelê biparêzin hatin cem hev û komeleyek ava kirin, kes û çanda xwe diparêzin û li dijî şîdeta mêr jî di nava piştevaniyê de ne. Jinan serî li Dadgeha Destura Bingehîn dan û xwestin mafê mulkiyetê ya motîfên maya bên tescîlkirin.

Motîfên aydê gelê Maya bi hezaran salane bi destên jinan tê çêkirin. Mayayên lig elek welatên Başurê Afrîkayê dijîn herî zêde çanda xwe çêkirina motîfan li Guatemalayê pêş xistine. Li welat bi destê jinan ev çand tê pêşxistin û li cîhanê rastî eleqeyeyek mezin tê.

Di salên dawî de şîrketên cil û bergan yên kapîtalîst hewl didin çanda gelê Maya van motîfên tên çêkirin bikin bin tekela xwe û patenta wê bigirin. Ev şîrketên mijara gotinê de vê keda destê jinan bi pereyekî pir kêm jî dikire. Jinên Maya jî xwedî li çana xwe ya kevnar derketin û li dijî şîrketan têkoşîn dan destpêkirin.

Serî li dadgeha destura bingehîn dan

Di malpera Ecowatch.com de li ser têkoşîna jinan nivîsek hat weşandin.Jinên motîf û desanan çê dikin bi piştgiriya Komeleyên ParêzerênMaya re komeleyek bi navê ‘Komeleya Jinan a ji bo pêşxistina Saquatepequez (AFEDES) ava kirin. Her wiha jinan ji bo tescîlkirina motîfên maya jî serî li Dadgeha Destura Bingehîn a Guatemalayê da.

(gd/hu)