Li Hîndîstanê sed hezar jin ji ber ‘cîz’ hatin qetilkirin

09:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hîndîstana ku yek ji welatên herî zêde zext li ser jinê tê meşandinê, li gorî lêkolîneke hatiye meşandin di sala dawî de 106 hezar jin bi şewitandinê hatine qetilkirin.

Hîndîstan yek ji welatên ku herî zêde lê çanda baviksalarî tê jiyînê ye. Li gorî lêkolîneke ku hatiye meşandin Hîndîstan ji bo jinan di welatên herî bê ewle de cih digire. Kovara bi navê The Lancet ku li welat weşandê dike, serlêdanên beşa şewitandinê ya nexweşxaneyan lêkolîn kir. Li gorî lêkolînê li Hîndîstanê di sala dawî de 106 hezar jin ji aliyê mêran ve bi şewitandinê hatine qetilkirin.

Li gorî rapora ku kovarê weşandiye jinên hatine qetilkirin beşek mezin jê zewicandî û temenê wan di navbera 18 û 35’an de ye. Yên zewicandî ji sedî sed ji aliyê hevjînê xwe ve hatine şewitandin û qetilkirin.

Ji bo jinên ji aliyê xizmên xwe ve bi şewitandinê hatine qetilkirin, hêzên parastinê lêpirsînek bi bandor nameşîne û bi giştî kujer nayên darizandin. Di raporê de tê gotin ku polîs ji bo van jinên bi guman tên qetilkirinê lêpirsîna cînayetê nameşîne û doz nayê vekirin.

Her wiha tê gotin ku li welat pereyê cîz (dramo) amûra herî mezin a şîdetê ye û ji bo gelek jinên hatine şewitandin ev derbas dibe. Di lêkolînê de tê gotin ku piranî kuştinên jinan wekê ku bi qezayê hatiye kirin tê nîşan dan.

Parêzvana mafê jinan parêzer Îndîra Jaîsîng a li Hîndîstanê, diyar kir ku piranî doz di qeydê nexweşxane û qeydên polîsan de nayên dîtin. Îndîra got lêkolîna hatiye kirin li ser bûyerên întîkalê nexwşxaneyan kiriye hatiye kirin lê hejmara rast di ser 106 hezarî de ye.

Çanda cîz li welat çandek kevnare. Malbata jinê ji bo pere bide malbata mêr peymanek tê çêkirin. Ger malbata bûkê cîz nede, jin tên jehrîkirin, kêrkirin, fetisandin, şewitandin. Rêbaza dawî ya van cînayetan wek ‘şewitandina bûkan’ tên zanîn.

(gd\hu)