Ji çavê gerîlayek rojnameger nêrîna li Kolombiyayê

10:08

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Li Kolombiyayê ev 50 sal zêdetire şer didome û şer bi aştiya kudi navbera Hêzên Çekdarî yên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê de hat îmzekirinê bi dawî bû. fermandara gerîla Vîctorîa Sandîno ku di pêvajoya muzakereyê de rojnamegerî dikir û tevlî FARC’ê bû wiha got: “Ji bo li welatê min hinek tişt biguherin ez ketim têkoşînê û di dawiyê de jî ez bawer dikim ku em bi ser ketin. Hikûmet di qanûnê de guherînê bike wê aştî pêkan be.”

Şerê di navbera FARC û hikûmetê de 52 sal şûnde bi îmzekirina peymana aştiyê bi dawî bû. aliyan peyman guh li paytexta Havana ya Kubayê îmze kir. Muzakereya ji mijdara 2012’an heta niha berdewam dikir, bi encam bû.

Ji sedî 30 hêza gerîlayên FARC’ê jin ava dikin. jin tevlî pêvajoya muzakereyê bûn û di mijara teslimiyetê de di mijara ku kêm mane de rêxistinên jinan dibin yek. Dema peymanên aştiyê tên îmzekirin mêr cih digirin û ev jî bû mijareke din ya nîqaşê. Di muzakereyên li Havanayê berdewam dikin de fermandara jinan Vîctorîa Sandîno cih girt û asta ku hatinê ji ajansan re nirxand.

Vîctorîa Sandîno ji Zanîngeha Bogota beşa rojnamegeriyê qedandiye. Demekê rojnamegeriyê dike û di serê sala 1990’î de di 25 saliya xwe de tevlî FARC’ê dibe. Malbata Vîctoriyayê ji ber şer gelek caran hatiye koçberkirin.

Vîctorîa ku fermandara gerîlaye niha 51 saliye û ji ber aştiya hatiye îmze kirin gelek kêfxweşe. Vîctorîa got: “Hewcedariya min vê hebû. Ji bo li welatê min hinek tişt biguherin ez ketim têkoşînê û ez bawerim ku em bi ser ketin.”

Vîctorîa bîranînekek xwe ya tevlîbûnê wiha vegot: “Dema min biryar da ez bibim gerîla, min hevalek xwe dît û min ji wê re got min biryar daye ku ez di daristanê de winda bibim. Yanî di esasê de hewcedariya min pê hebû ku li welat hinek tişt bên guhertin.”

Vîctorîa di 1990’î de ji malbata xwe xatir dixwaze û tevlî FARC’ê dibe. Vîctoriyayê got 20 salan wek gerîla şer kiriye û di Nîsana 2013’an de tevlî hevdîtinên aştiyê ya li Havanayê dibe.

Vîctorîa bi lêv kir ku berê di rêxistina wê de şaşî hatine kiri û got sedema destpêkirina şer bê dadî bû. li gorî Vîctorîayê ger ‘guherînên sazîbûnê yên hewcedariya welat pê hene’ pêk bên wê aştî pêkan be.

Vîctorîayê wiha got: “Min jiyana xwe têr û tije jiya. Ez ji tiştî poşman nebûm. Ez xwe xurt, zana û bi şewqat hîs dikim. Ez ji bo vegerim Kolombiyayê bê sebrim. Ev 29 sale min welatê xwe nedîtiye. Ez dixwazim bi malbata xwe re demê derbas bikim.”

(gd/hu)