Li Kolombiyayê hevpeyimana aştiyê hat îmzakirin

13:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Pêvajoya pevçûnî ya 52 salan a di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de, bi aşitiyê bi dawî bû.

Di navbera hikûmeta Kolombiya û Hêzên Çekdar î Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) de pêvajoya pevçûnî ya 52 salan bi peymana aşitiyê bi dawî bû. Di pevçûnên 52 salan de, 220 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû. Derbareyê bi dawîbûna pêvajoya pevçûnî de muzakerevanê FARC'ê Ivan Marqûez ê ku li Havanayê axivî, wiha got, "Pevçûnên çekdarî bi dawî bûn. Dê niha nîqaşên fikrî dest pê bikin. Me ji şeran, şerê herî bedew bi dest xist."

Serokê Dewleta Kolombiyayê Jûan Manûel Santos jî têkildarî mijarê wiha daxuyand, "Ji bendika dilê xwe dikarim vê bibêjim; me heqê îdareya ku we da min da."

Peymana aşitiyê ya ku dê bo Kongreya Kolombiyayê bê berpêşkirin, dê di 2'yê cotmehê de jî bi referandûmê bo tesdîqkirina gel bê pêşkeşkirin.

Li Kolombiyaya ku di cîhanê de pevçûnên herî domdirêj li qewimîn, di dema pevçûnan de bi deh hezaran mirov winda bûbûn, bi milyonan kesî ji neçarî malên xwe terikandibûn û bûbûn penaber.

(zt)