Zehra bi nameya xwe beşdarî festîfala Fransayê bû

11:45

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Editora JINHA yê Zehra Dogan a ku vexwendiya festîfala her sal li bajarê Douarnenez yê Herêma Bretange ya Fransayê tê li darxistin bi nameya xwe tevlîbû.

Festîfala her sal li bajarê Douarnenez yê Herêma Bretange ya Fransayê tê li darxistin, îsal pêşkêşî gelên li Tirkiyê hat kirin. Editora me Zehra Dogan a ku niha girtiye li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin vexwendiya festîfala di navbera 19-27’ê tebaxê de hatî li darxistinbûye. Zehra bi mehan li Nisêbînê nûçe dişopand, paşê di 23’ê yê tîrmehê de nûçe û wêneyên wê weke hincet nîşan da û bi idiaya “endama rêxistinê ye” girtin.

Zehra di nameya xwe ya ji girtîgehê şandî festîfalê de wiha gotiye: “Ji dema ketîm girtîgehê heya niha çêkirina wêneyan min ji nava çar dîwaran dur dixe. Dema ku wêne diqedînim pêdihesim din ava çar dîwaran denin.”

Komiteya Festîfalê ji ber ku Zehra ne di nava wan dene xemgîniya xwe nîşan dan.

(zt)