Jinên Afrîkayê ji bo wekheviyê derkevin Kîlîmanjaroyê

09:05

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - 250 jinên li welatên Afrîkayê hatin cem hev, bi armanca balê bikişînin ser şîdeta li ser zarokên keç û ji ber jin ji çavkaniyên xwezayî yên cemserê fêdeyê nagirin, cudahiyê biafirînin wê derkevin çiyayê Kîlîmanjaro.

Li Afrîkaya ku yek ji cemsera xwedî çavkaniyên xwezayî yên herî dewlemendin, di lêkolînên hatiye kirin de derket holê ku gel kêm ji van çavkaniyan fêdeyê digirin. Ji bo jinan jî par hema hema qet tine. Dîsa şîdeta li ser jin û zarokan jî gelek zêde ye. Li gorî nûçeya di malpera Makeeverywomancount.org hatiye weşandin; 250 jin li dijî vê wê derkeve çiyayê herî bilind yê Kîlîmanjaro.

Çiyayê Kîlîmanjaro li Tanzanyayê ye û ji asta behrê 5 hezar û 895 metre bilinde. Di heman demê de çiyayê herî mezin yê volkanîke.

Ji bernameya Tora Zayendî ya Tanzanyayê Grace Kîsetu diyar kir ku wek hewldana Kîlîmanjaro wê li Afrîkayê rêwîtiya sê rojan pêk bînin. Grace bi lêv kir ku ji her aliyê cemserê jin beşdarî vê bibin û got wê nîşan bidin ku jin çawa li vê zeviyê tûnd dimeşin.

(gd/hu)