Li Peruyê bi deh hêzaran kes li hember şîddeta jinan meşiya

14:58

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Peruya ku di cîhanê de di şîddeta jine de di rêza 3’emîn de ye, bi hêzaran kes li dijî şîddeta jinê meş pêk anîn. Çalakvanan got: “Em êdî dixwazin pêkanîn bigûherin û ji bo şîdeta li ser jinê rabin ser piyan.”

Welatê Perûyê ku yek ji welatên ku şîdeta nav malê lê zêde ye, duh bi hêzaran mirov li şîddeta li ser jinê dakêtin qadan. Ji welatê paytaxta Lîma ya Başûrê Amerîkayê nêzî 50 hêzar kes tevlî meşê bûn. Ji çalakvanên jin Carmela Garcia got: “Em bi vê meşê dixwazin bibejin em li dijî şîddeta psikolojîk a li ser jinê ne û em ji bo vê tevlî meşê bûn. Em wek dayika dixwazin zarokên me ji dervê rehet bigerin.”

'Êdî em dixwazin hinek tiştan biguherin’

Çalakvanek din Adeliada Avîla diyar kir ku biryarên dadê aliyê jine nagirin û wiha berdewam kir: “Êdî divê em ji bo jinên rastî şîddetê tên rabin ser piyan. Divê jin û mêr li hember şîddeta ser jinê tevlî çalakiya bibe. Edî em dixwazin hinek tiştan biguherin. Em welatêkî nava bihevrebûneden in. Lê bes em ji aliyê şîddeta jina de di cîhanêde 3’emîn in.”

Di çalakiyê de hinek wezîr û Serokkamarê Peruyê Pedro Pablo Kuczynsk û hevjîna xwe tevlî meşê bûn. Di demên dawî de li Peruyê di nava 8 mehan de 54 jin hatin qetilkirin.
Li gorî hejmara li Peruyê di sala 2015’ an de 95 jin hatin qetilkirin. Îsal jî 54 jin hatin qetilkirin û 118 rastî hewldana qetilkirinê hatin e. Hefteya derbasbûyî jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Li dijî vê li tevahiya welat bertek hat nîşanda. Li gorî rapora Rexistinên Mafê Mirovan ye Cîhanê Peru ji aliyê şîdddeta li ser jinê di rêza 3’emîn de ye.

Li parlementoya Peruyê di meha Tîrmehê de çalakiyên li hem ber şîddeta li ser jinê wek plana çalakiyê hat qebûlkirin.

(dt/hu)