Boko Haram dîmenê keçên revande parkir

15:56

JINHA

NAVÊNDA NÛÇEYAN - Boko Haram dîmenên keçên ku berî niha du sala revandî parkirin. Di dîmenan de çeteyan diyar kirin ku ew ê beranberî çeteyên hatine girtin keçên di destê xwe de berdin.

Boko Haram dîmenên xwendekarên keç ku berî niha du sala ji bajarokê Çibok revandin weşand. Boko Haram beranberî serbest berdana keça xwestin ku çeteyên hatin girtin bên berdan. Li pişt çeteyên Boko Haram nezî 50 keçê ser girtî hat xwuya kirin.

Di dîmenan de hat xwuya kirin ku çeteyê bi navê Maîda Yakubû bi keçakê ji Çibokê re roportaj dikir. Keça hatî revandî got: “Bila malbatên me wêrek bin ji bo ku em serbest bên berdan bila bi hikumetê re bi axivin.”

(dt/zt)