Dayikên Mayo li Plaza 2 hezar car gihiştin hev

12:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Dayikên Plaza de Mayo ku li Arjantînê ji bo 30 hezar kesên ji aliyê cuntayê ve hatin windakirin têdikoşin 2 hezar car hatin cem hev.

Li Arjantînê di navbera 1976-1982'an de ji aliy cuntayê ve 30 hezar kes hatin windakirin. Dayikên Plaza de Mayo ku li hemberî cuntayê têkoşiyan û bi salan e ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibin têdikoşin cara 2 hezaran li ber avahiya Qesra Serokatiyê hatin cem hev. Dayikên ku piraniya wan îro di temenên 80'î de ne ji 1977'an heta niha her rojên pencşemê li edaletê digerin.

Li Arjantînê di salê 1977 û 1983'an di dema darbeyanda 30 hezar mirov dibin çavan de hatin wundakirin.

(hu/rc)