Li Sudanê jin tevî nexweşî û birçîbûnê şer dikin

09:01

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Li herêma Blue Nîle ya di navbera Etîyopya û başûrê Sûdanê de ye ji ber şerê navxweyî, hejmara kesên ji nexweşî û birçîbûnê dimirin her diçe zêdetir dibe. Di navbera SPLA-N ku jin di eniya pêş de cih digirin û hikûmeta Sûdanê de şerê tê jiyîn berdewam dike.

Şerê navxweyî yê Sudanê dibe sedema mirina bi hezaran kesî û koçberkirina kesan. Ji bo jinan hîna şer neqedyaye. Li gorî nûçeyabroadly.vice.comê li Blue Nîle ji ber şerê navxweyî nexweş û birçîbûnê rû daye û hejmara kesên dimrin zêde dibin. Partiya Muxalefetê ya Artêşa Bakurê Rizgariya Gel a Sudanê (SPLA-N) li dijî hikûmeta ku ji aliyê Omer El Beşîr ve tê bi rêvekirin têdikoşe.

Jinên Sudanê berxwe didin

Li Blue Nîle hefteya borî du zarok ji birçîbûna jiyana xwe ji dest dan û niha ne klînikên tibî, ne dibistan û ne jî xwarin heye. Jin tevî van berxwe didn. Ji bo çêkirina xwarin û paqijiyê di bin 120 derce germahiyê de bi kîlometreyan rê dimeşin, av û êzingan tînin û li aliyê din jî ji bo ji bombebaranan xwe rizgar bikin çalan dikolin, di kanên zêr de dixebitin û di eniya herî pêş a şer de cih digirin. Yek ji van jinan Mustra Mohammed e beriya zaroka xew bîne dinê ji bo ji êrîşan birevin 10 mehên xwe di rê de derbas dike. Mustra ji 11 zarokên xwe 4 heban di demên cuda de winda dike. Niha di kampan ku 135 hezar kes lê dijî de dimîne.

(gd/hu)