Jinên Samsungê ji bo heqdestê wekhev banga grevê kir

09:43

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Jinên di fîrmaya Samsungê de dixebitin ku bi salan rastî newekhevî û heqdestekî kêm hatin, det bi greveke mezin ya het aniha li welat nehatiye dîtin, kirin. 30 hezar xebatkarên jin diyar kirin ku divê heqdestê wan jî wek yê xebatkarên mêr bin û gotin divê 3 endamên lijneya rêveberiyê jin bin. Jinan got şertên wan neyên cih wê venegerin.

Li gorî nûçeya medium.comê di serê hefteyê de nêzî 30 hezar jinî hatine lobiya Samsungê û rozetên xwe avêtine erdê û dirûşmeya ‘Em hemû bi hev re yekin, beyî me ti tiştek! Berz kirine. Jinan bêpergaliya heqdestê sîstematîk a şîrketa teknolojiya herî mezina cîhanê şermezar kir. Samsung ji dema ku çana vekirina borsayê lêdaye heta niha ji sedî 20 ketiye.

Jinên Başurê Koreyê di nava welat3en endamên Rêxistina Pêşvebirin û Yekitiya Kar a Abiryê de maeşên herî xerab digirin. Nifûsa Koreyê 51 mîlyone û nîvê wê jine. Kîm Yujeong ku di nava şîrketê de analîsteke got: “Li Koreyê li dijî jinan wisa tevdigerin û ev jî trajediyek neteweyî ye. li gorî hevpîşeyên xwe yên mêr ji sedî 40 kêm pere digirin.”

Li navenda Samsungê jinan ofîs vala kirine û xebat hemû hatine rawetandin. Kes xwe nagihîne rayedarên paye bilind.

(gd/hu)