Li Afganîstana baviksalar, jinek waliyek Massoma

09:46

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Masooma Muradî li Afganîstana ku civakek baviksalare, li dijî tahakuma zîhniyeta mêr ya hînê otorîteya jinê nebûye, Walitiya Daîkundî dimeşîne û têkoşîna xwe berdewam dike.

Li gorî nûçeya www.liberation.fr li bajarê Daîkundî ya ji navenda Afganîstanê dure, yekem waliya jin Masooma Muradî, li welatekî baviksalar ku her tim pêşî li pêşketina jinê digire, hemû tabuyan dikişîne. Masooma nêzî salek berê ji aliyê serokkomar Eşref Ghanî ve wek walî hat tayîn kirin û din ava hemû tehdîd û îtîrazên bi israr yên lîderên olî û mollayan de peywira xwe berdewam dike.

Masooma dibêje ‘Mirov di van pozîsyonan de nekarin bibin jin. Min bindestiya ji aliyê civakê û mêrên ku vê ji jinê napên, qebûl nekir.’ Masooma jia liyê serokkomar ji bo Daîkundî wek walî hat tayînkirin. Masooma tevî hemû êrîşên zîhniyeta mêr peywira xwe bi serkeftî berdewam dike.

Li Afganîtsanê di 2001’ê de piştî rejîma Talîban bi dawî bû hinek jin pêş ketin. Dîrektorê Bernameya Pêşvebirina Neteweyên Yekbûyî ya Afganîstanê Daouglas Keh got: “Li vî welatî ji ber kevneşopiyan her kes ne amade bû waliyek jin bibîne. Kesên xwedî berpirsyar divê piştgiriyê bidin jinan.”

Eşef Ghanî di 2014’an de dema desti bi peywira serokkomariyê kir, di wezaretê de cih da çar jinan. sala borî jî yekem car ji bo Serokatiya Dadgeha Destura Bingehîn jin hat hilbijartin. Lê meclîsê ev qebûl nekir û mêr tercih kirin.

(gd/hu)