Parêzvaneke maf û gelan a Meksîkayî: Josefîna Fîerro

10:20

Fidan Yildirim/JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN-Josefîna Fîerro ya bi gotinên wekê ‘bi kesên bidest re di nava piştevaniyê de be, li dijî bêdadiyê dengê xwe bilind bike û li dijî kesan rêzdar be’ mezin bû, li dijî helwestên newekheviyê yên li dijî wan, li dijî neqebûlkirina wan û nedayîna kar a ji bo wan, jineke ku têkoşîn meşandiye.

Josefina Fierro ya li DYA’yê dijî, lîdera kesên ji Latîn Amerîkayê ye û di nav çanda Îspanyolî de bi teşe bûne û li dijî newekehviyê têdikoşîne bû. Josefîna li bajaroka Mexîcalî-baja Calîfornîa ya Meksîkayê hatiye dinê. Bavê wê fermandarê artêşa şoreşger a bakurê Mekîsayê yek ji serbazên Francîsco Pancho Vîlla bû. ji ber vê Josefîna zêde bavê xwe nedît. Dayika wê ji bavê wê veqetyabû. Dayika wê di salên tevlîhev yên şoreşê de keça xwe girt û çû Amerîkayê. Josefîna li dijî edeleta civakî bi hestyar bû. dayika wê piştgirî dida lîderê anarşîst ya Partiya Lîberal a Meksîkayê, Rîcardo Flores Magon. Rîcardo ji ber nêrînên xwe yên Radîkal ji welat hatibû sûrgunkirin. Dayika Josefînayê keça xwe li dijî bêdadiyê û ji bo piştevaniya bindestan perwerde kir.
Ji boykotê re pêşengî kir

Josefîna di 18 saliya xwe de ket zanîngeha Calîfornîayê. Dixwest bibe doktor. Lê ji bo mafên gelê xwe têdikoşiya. Zanîngeh ji ber vê neqedand. Bi alîkariya hevjînê xwe John Brîght re ji boykotkirina şîrketa ku kesên Meksîkayî wek karker nedidît, boykot kir. Josefîna hewldanên serkeftî yên rêxistinê dkir û di civaka Mekîskayiyên li Los Angelesê gotina wê derbas dibû. Bala rêbreên civaka Latîn Amerîkayê kişand. Ji van yek lîdera jinan a xebatên Kongreya Gelên bi Îspanyolî diaxivin, Luîsa Moreno kişand. Kongre di 1939’an de ava bû û Josefîna bû sekretera wê ya neteweyî. Piştre ji tevgerên gelên sivîl re pêşengî kir. Josefîna axaftinkerek baş bû û beşdarî çalakî û aktîvîteyên ku dîwarên newekheviyê hildiweşînin bû. yên ji Meksîka û welatên Amerîkaya Navîn dihatin Amerîkayê wek Hîspanîch(yên bi çanda îspanyolî teşebûne û bi îspanyolî diaxivin’ tên binavkirin. Josefîna bi peywira ku kongreya gelan dayê ji bo Hîspanîc li kar bên bicih kirin û bi mafên wan jî wek yên karkerên din be têkoşîn meşand.

Li dijî şîdetê civak parast

Josefîna Fîerro bû alîkarê doza ‘Sleepy Lagoon’ ku gelek ciwanên Meksîkayêi ji cînayetên ku wan nekiribûn berpirs dihatin dîtin, jî. Piştî du salan ciwanên bê sûc dihatin girtin hatin berdan. Salek piştî vê di 1943’an de li dijî pêkanînên şîdetê Josefînayê di parastina civakê de rolek girîng lîst. Josefîna li dijî van bûyerên şîdetê bi tena serê xwe ber xweda û dawî li bûyeran anî.

Josefîna Fîerro, li dijî cudadîtina Meksîkayiyan, li dijî nedayîna kar a ji bo wan û helwestên cudakar protestoyên cuda rêxisti kir. Josefîna ji ber van hewldanên xwe yên pêşeng ji aliyê ‘Komîteya Calîfornîa ya Têkildarî Faliyetên Ne Amerîkayî de’ wek ‘xerakirina komunîst’ hat damga kirin. Piştî dest ji hevjînê xwe John Bright berda vegeriya Maderayê. Li vir tevlî faliyetên rêxistina Partiya Serbixwe bû. di 1948’an de bi tirsa ku ji aliyê FBI ve bê girtin û dersînor kirin bar kir bajarê Hermosîllo kir. Heta mirina xwe sala 1998’an li wir jiya.

(mg\hu)